Ocalan: Ji bo muzakereyên kûr divê mekanîzma bên avakirin

Ocalan: Ji bo muzakereyên kûr divê mekanîzma bên avakirin

Idrîs Balûken berfirehiyên hevdîtinên li Îmralî bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re pêkanî ji Stêrk TV re vegot û balkişandin ser gotinên Ocalan ên “pêwîste derbazî muzakereyên kûr bibin”. Her wiha anî ziman ku, Ocalan gotiye ji bo derbazî muzakereyên kûr bibin jî pêwîstî bi avakirina mekanîzmayekê heye.

Wekîlê Koma BDP’ê Idrîs Balûken di derbarê hevdîtinên duh li gel Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Îmralî pêkanîn ji Stêrk TV re axivî. Balûken nirxandinên Ocalan ên di derbarê pêvajoya salekê ragihandin û got: “Birêz Ocalan di daxuyaniya duh de jî ket rojeva rayagiştî û dide diyarkirin ku, bitaybet vê sala dawî di rasteka pêvajoya ku bi berfirehî daniye holê pir kûr li ser diraweste û xebatên xwe berdewam dike. destnîşan dike ku, di encama van xebatan de heta rêyek baş çûne, di civakê de rihetbûnek daye avakirin û her wiha ji bo çareserkirina pirsgirêkê jî bingehek girîng hatiye danîn. Dide zanîn ku, bitaybet hikumet mixabin bi nêzîkatiyek yek alî, ber demê ve berdan, tenê ji bo hilbijartinê û li ser esasê sûdmendiyê nêz dibe, mixabin ev jî astengiyan li pêşiya pêvajoyê çêdike. Aşkera kir ku, eger weke ku Wî pêşbînî dikir pêvajo pêşketiba, eger hikumet jî weke aliyê Kurd samîmî nêzî pêvajoyê bibûya, em dê niha di pêvajoya proje danînê de bûna. Bilêv kir ku, lê belê heya niha hikumetê nêzîkatiyek wisan nîşan neda ku muzakere destpê bikin.”

PÊWÎSTE BINGEHÊ ZAGONÎ YÊ PÊVAJOYÊ HEBE

Balûken balkişande ser ku, heya roja îro Ocalan pêvajoyê bi şêweyekî têkiliyê wî bi cîhana derve re qut û pir kêm dimeşîne û anî ziman ku, di merheleya ku niha gihanê de pêwîste  zemînek bê avakirin ku bi cîhana derve re hînbêhtir têkiliyê dane, dîtinên Mirovên Aqilmend, nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl bizane.

Balûken destnîşan kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gotiye ji bo pêvajo berdewam bike “muzakereyên kûr” jênegere û ev tişt anîn ziman:

“Birêz Ocalan bi awayek pir zelal da diyarkirin ku, bi xebatên saleke birêve dibe rol û mîsyona xwe temam kiriye. Ji ber vê jî da zanîn ku, ji vê demê û pêde ji bo pêvajo berdewam bike, derbazbûna merheleya muzakereyên kûr jênegere. Ji bo vê jî pêwîste bêy ku dem derbaz bibe bi awayek lez hikumet nêzîkatiya xwe ya cidî nîşan bide û hinek xebatan derxîne holê. Da diyarkirin ku, di encama vê pêvajoya salekê de ji bo derbazî muzakereyên kûr bibin, divê êdî rêbazek xebatê yê bihêz derkeve holê. Her wiha aşkera dike ku, pêwîste ji bo xebatên berfireh ên ew Ii wir dide meşandin jî bingehek yê zagonî bê çêkirin. Weke din jî  anî ziman ku, xebatên ku pêwîste dewlet li ser bingehê rewatiyê bike hene.

YAN KOMÎSYONA ŞOPANDINÊ YAN MIROVÊN AQILMEND ÊN ROLÊ XWE BAŞ BILÎZIN

Destnîşan dike ku, eger bi vî awayî li ser bingehê zagonî û rewayî nêzîkatî bê çêkirin, li gel vê pêwîste hêza sêyem mekanîzmayekî ya şopandina heqîqetê jî bikeve dewrê. Hêza sêyem jî weke berê digot komîsyona şopandin û heqîqetan yan jî komîsyona rol û mîsyonên xwe baş bicih bîne ya Komîsyona Mirovên Aqilmend binav dike. Dibêje pêwîste ji ber xebatên ku em li vir didin meşandin êdî dewlet baskê wê ên zagonî, rewatî û heqîqetê ava bike. Eger ev pêkbên dikarin derbazî muzakereyên kûr bibin û dikarin di muzakereyên kûr de rê jî bigirin.”

Balûken da zanîn ku, “Ocalan got heya niha helwesta hikumetê  neya çareserkirina pirsgirêkane û di vê xalê de jî bendewarî nehatine pêşwazî kirin. hêjan gelek pirsgirêk li benda çareseriyê ne û ev li ber wî ne. ji bo çareserkirina van pirsgirêkan pêşniyarên pêwîst pêşkêşî heyeta dewletê kirine û ew li bendê ye êdî heyeta dewletê jî demek kurt bersivek zelal bide.” Balûken anî ziman ku, Ocalan got ew girîngiyê dide hevdîtinên bi heyeta dewletê re, lê belê heya niha ji bo pêşniyaran negotine na an erê.

Got: “Dide diyarkirin ku pêwîste hikumet dest ji vê nêzîkatiya xwe ya hemû bala xwe daye ser hilbijartinê berde, pêwîste ji bo derbazbûna merhelaya muzakereyên kûr ku çareserî û aştiyekî mayîn de bîne mekanîzmeyekî ava bike.”

PÊWÎSTE GELÊ KURD 8 BASKIYÊ BIXE NAVA JIYANÊ

Balûken dîtinên Ocalan ên di derbarê deklarasyona KCK’ê de jî wiha ragihandin:

“Ocalan da diyarkirin ku, wî bi rêya çapemeniyê deklarasyon şopandiye, tesbît û îfadeyên deklarasyonê rastin, lê belê anî ziman ku pêwîste gelê Kurd 8 baskiya ku li derdora perspektîfa netewa demokratîk çêkiriye zû bixe nava jiyanê û xebatên cidî bike. Yanî ev pêvajo ne pêvajoyekî ku mirov li bendê bimîne ka dê dewlet çi bike çi nake, projeya netewa demokratîk ya 8 baskî ku beriya vê jî min derxistibû pêwîste bi awayekî lez bixin nava jiyanê.

Têkildarî nêzîkatiyên dewletê hinek pirsigrêk derketin… bitaybet di derbarê daxwazên di deklarasyona KCK’ê de jî cih digirin ên sererastkirina makezagonî dixwazin, nêzîkatiya li hemberî zimanê Kurdî, nêzîkatiyên têkildarî perwerdeya zimanê dayîkê pirsîn. Weke min gotî beriya ku dewlet bersivê bide gelê Kurd pêwîste projeya xwe bi awayekî lez bixin nava jiyanê. Di nava xebatekî kûr de bin.”

PÊWÎSTE HÎN ZÊDETIR XWEDÎ LI ROJAVA DERBIKEVIN

Li gorî Wekîlê Koma BDP’ê Idrîs Balûken ragihand, Ocalan di hevdîtinê de nirxandin li ser Rojava jî kirin. Ocalan da zanîn ku, ambargo û dorpêça li dijî Rojava tê kirin nayê qebûl kirin û xwest hîn zêdetir xwedî li têkoşîna Rojava derbikevin.

Balûken nirxandinên Ocalan ên di derbarê Rojava de wiha ji Stêrk TV re ragihandin:

“pêvajoyê derbarê Rojava de ji nêz ve dişopîne.  Ji bo deskeftiyên Rojava ber bi sazîbûnê ve biçin, pêwîste pêvajo bilez pêşkeve. Anî ziman ku, xebatên ku heya roja îro hatine kirin biawatene lê belê pêwîste ev xebat biawayekî ku encam bigire bêne berfireh kirin. Diyarkirin ku, bitaybet têkildarî çeteyên êrîş dikin pêwîste mekanîzmayên parastina cewherî ên xweparastinê hîn zêdetir bêne xurt kirin. Bi vê boneyê jî ji bo kurê Hevserokê PYD’ê Salih Muslim Şervan Muslim ku jiyana xwe ji dest da sersaxî ji mala Muslim û hemû gelê Kurd xwest. Destnîşan kir ku, ji bo li her çar parçeyên Kurdistanê nêzîkatiyên van çeteyan bêne teşhîrkirin, li Amedê di bin navê Kongreya Îslama Demokratîk  kongreyek bê pêkanîn dê pir biwate be, di kongreyê de cewherê Îslamê, felsefeya wê, cewherê ol û fazîlet tê çi wateyê nîqaşek berfireh bê kirin û ji her kesimê kes tevlî bibin, her wiha di aliyê gel de jî ev çete bêne teşhîr kirin. Bendewariyên Ocalan ên bi vî awayî hene. Têkildarî polîtîkayên Tirkiye û Başûrê Kurdistanê ên li hemberî Rojava jî rexne kir.

Ocalan destnîşan kir ku, ew ambargo û dorpêça Tirkiye li ser sinor pêktîne qebûl nakin û herî dawî jî dîwarê ku li Nisêbîn û Serêkaniya serxetê ava dikin, pir zelal diyare ku hedef dikin şerek mayînde yê Kurd-Tirk bidin çêkirin. Got, ev avakirina dîwar karê kesên dixwazin şerek dîrokî yê Kurd-Tirk bidin çêkirine. Got, ev şerek yê Filistîn Îsraîle tînin ser vê xakê. Da zanîn ku, pêwîste demildest dewlet ji vê xeletiya xwe vegere. Weke din jî got, li Başûrê Kurdistanê jî bitaybet nayê qebûlkirin ku deriyê Sêmalka girtî be, êdî ev vegeriyaye zilmekê. Destnîşan kir ku, bitaybet hêzên Başûrê Kurdistanê û PDK dest ji vê helwesta xwe ya bêwate ya heya îro dom kir berde û pêwîste li gorî ruhê Kongreya Netewî nêzîkatiya pêwîst ya li hember Rojava dane holê. Li gel vana hemû nêzîkatiyan, têkoşîna gelê Rojava pir girînge, dê encam bistîne û pêwîste gelê Kurd jî ji her çar parçeyan xwedî li têkoşîna Rojava derbikeve.”