Peyama Ocalan: Ji bo çareseriyê amade me

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê der barê hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku Ocalan gotiye, "Ez hewl didim ji Kurdan re qadekê biafirînim, werin em pirsgirêka Kurd çareser bikin. Dibêjim; ez dikarim di nava hefteyekê de rewş û îhtimala şer ji holê rakim. Ez dikarim çareser bikim, ez ji xwe bawer dikim û ji bo çareseriyê amade me. Lê belê divê dewlet jî, aqlê dewletê jî ya pêwîst bike."

Parêzerên Rêber Abdullah Ocalan ku piştî du mehan çûn Girava Îmraliyê û bi Ocalan re hevdîtin kirin, daxuyaniyek weşandin.

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê der barê hevdîtina doh de daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Me di 7'ê Tebaxa 2019'an de bi muwekîlê xwe Birêz Abdullah Ocalan re hevdîtinek pêk anîn. Di vê hevdîtinê de rojeva bingehîn a Birêz Ocalan; li gel gelek sernavan bi giranî rêveçûna dîrokî ya têkiliyên Kurd-Tirk, şerê heyî û nîqaşên der barê rewşa şer de bû.

Dema ku têkiliyên Kurd-Tirkan ji Ahlat û Malazgîrtê heta Destûra Bingehîn a sala 1921'ê nirxand, diyar kir ku hemû hêz û derdorên ku di vê mijarê de hesas in, divê li gorî rastiyê tevbigerin. Destnîşan kir ku çi feraseta Kemalîst, çi jî ya Osmaniya Nû divê her du feraset bi rengekî rast û hevgirtî nêzî têkilî û dîroka Kurd-Tirkan bibin.

Birêz Ocalan rêveçûna heyî ya ji ber israra di polîtîkaya şer de rû daye, bi fikar dibîne. Bal kişand ser windahiyên aborî, siyasî û însanî yên çil salan û anî ziman, di çarçoveya rewşa herêmî de eger heman polîtîka bi israr bê domkirin wê encamên hîn girantir rû bidin û divê her kes vê bibîne.

Diyar kir ku ew zane; hemû hewldanên wî yên ji bo çareseriya demokratîk ji serdema Ozal û heta niha ji aliyê kontrgerîla ve hatine sabotekirin, ev hêzên li dijî çareseriyê ne, mîna berê nebe jî îro jî xwedî potansiyelekê ne ku şer diafirînin.

Gotina 'bi şer çareserî nabe' ya sala 1993'an a Ozal bi bîr xist û destnîşan kir, tevî ku heman rewş niha jî derbasdar e, ew li hebûna îradeyeke ku heman biryardariya Ozal niha nîşan bide dipirse.

Birêz Ocalan bi hewldaneke awarte dewlet û aqlê dewletê analîz kir û ragihand, li dijî dîroka sexte û derewîn a ku berhemê aqlê şovenîst e, ew hewl dide di çarçoveya têkiliyên Kurd-Tirk ên dîrokî de qadekê ji Kurdan re biafirîne. Diyar kir ku di vê çarçoveyê de pêwîstiya Kurdan bi dewleteke din nîne, lê belê pirsa 'Gelo wê hiqûqeke Kurdan hebe?' dike. Bi domdarî anî ziman ku Kurd çil sal in hewl didin aqlekî Kurdan ê jiyana azad, mirovê azad, feraseta azad biafirînin.

Birêz Ocalan dema ku lêgerîna li aştî û demokrasiyê ya ji serdema Ozal û heta niha nirxand, anî ziman ku tecrîdkirina wî ya ku bîst sal in didome, pêwendiya xwe bi şerê heyî re heye. Lê belê tevî vê yekê jî destnîşan kir ku bîst sal in ew bi xeta aştiyê li ber xwe dide û hewl dide bibe bersiv.

Di vê çarçoveyê de Birêz Ocalan got, 'Ez hewl didim qadekê ji Kurdan re biafirînim, werin em pirsgirêka Kurd çareser bikin. Ez dibêjim; di nava hefteyekê de dikarim rewş û îhtimala şer ji holê rakim. Ez dikarim çareser bikim, ev ji min tê û ez ji xwe bawerim, ji çareseriyê re jî amade me. Lê belê dewlet jî, aqlê dewletê jî divê ya pêwîst bike.'

Di heman demê de bi wesîleya cejnê cejna gelên me yên ji bo demokrasî û aştiyê têdikoşin pîroz kir. Silavên taybet ji girtîgehan re şand."