Ocalan: Ez dê bangawaziyek dîrokî bikim
Ocalan: Ez dê bangawaziyek dîrokî bikim
Ocalan: Ez dê bangawaziyek dîrokî bikim
Piştî ku heyeta BDP’ê hevdîtin bi Ocalan re pêkanî, daxuyaniyek da çapemeniyê û da diyarkirin ku, pêvajoya çareseriyê didome û Ocalan gotiye, armanca wan demokratîkbûyîna tevayî Tirkiyeyê ye. Ocalan da diyarkirin ku, "Ez dê di 21'ê Adarê de bangawaziyekî dîrokî bikim."
Heyeta BDP’ê ya ji Hevserokê Giştî yê BDP’ê Selahedîn Demîrtaş, Serokwekîla Koma BDP’ê Pervîn Buldan, Parlementerê BDP’ê yê Stenbolê Sirri Sureyya Onder pêkhat îro sibehê çûn Îmraliyê û bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin pêkanîn. Di vegerê de li ser navê heyetê Hevserokê Giştî yê BDP’ê Selahedîn Demîrtaş daxuyanî da çapemeniyê û diyarkir ku, me hevdîtin bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re pêkanî.
Demîrtaş diyarkir ku, Ocalan di serî de silav û rêzên xwe ji tevayî raya giştî ya Tirkiye û çapemeniyê re dişîne. Demîrtaş aşkera kir ku, Ocalan got, pêvajoya çareseriyê didome. Armanca me demokratîkbûyîna tevayî Tirkiyeyê ye. Hewildanên me ji bo vê yekê ne.
Ocalan got, “Di çarçoveya vê armancê de xebatên min yên ji bo Newroza 21’ê Adarê peyamekê bidim didomin. Ez dê bangaweziyek dîrokî bikim. Ev banga min dê ji bo aliyê leşkerî û hemû aliyên siyasî agahiyên têr bin. Ez dixwazim meselaya çekê jî bêy ku xwîne yekê jî birije çareser bikim. Ji bo vê çendê ez piştgiriya parlementoyê ku nûnertiya îradeya mezin dike û partiyên siyasî girîng dibînim. Birastî ez hêvî dikim ji bo paşvekişan lez çêbibe, ew qas lez jî parlemento tişta pêwîst bike. Ez hêvî dikim ku, çiqas pêvajo pêş bikeve, ez bikarim rayagiştî agahdar bikim.”