Ocalan: Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin

Ocalan: Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan der barê êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li hember Kobanê de got: “Em tu caran tawîz nadin” û wiha berdewam kir: “Li cihê ku DAIŞ lê hebe û li herêmên Kurd lê dijîn, heta DAIŞ’ek hebe,  em ê li ber xwe bidin.”

Birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan, birayê ji girtiyên di Girtîgeha Tîpa F ya Îmraliyê ya bi Ewlekariya Zêde Hakkin Alpan, Hasan Alpan û xizmên wî ku ji bo hevdîtinê vê sibê çûbûn Girava Îmraliyê, ji giravê vegeriya. Mehmet Ocalan piştî vegerê li ber Fermandariya Cendirmeyan a Gemlikê daxuyaniyek da çapemeniyê û diyar kir ku ew di hevdîtinê de li ser rewşa cenazeyê xwişka wan Havva Keser axivîne û got: “Malbat û zarokên wê li kû bixwazin ew ê li wê derê bispêrin axê. Zarokên wê li ku bixwazin, em ê li wê derê defin bikin. Mafê me tine ye em xwe tevlî bikin. Ger bixwazin em ê bînin gund. Ger bixwazin em ê li cihê ku lê dijîn bispêrin axê.”

EM Ê HETA DAWIYÊ LI DIJÎ DAIŞ’Ê LI BER XWE BIDIN

Mehmet Ocalan bersiv da pirsên der barê Kobanê de diyar kir ku Ocalan gotiye: “Mirovên me yên li Kobanê wê heta dawiyê li ber bidin. Li cihê ku DAIŞ lê hebe û li herêmên Kurd lê dijîn, heta DAIŞ’ek hebe, em ê li ber xwe bidin. Em heta dawiyê li ber xwe bidin. Em tu tawizê nadin DAIŞ’ê. DAIŞ rêxistineke sunî (çêbiwar e) ye. DAIŞ wê ji bo welat, hikûmet û kesên ku destekê didin DAIŞ’ê bibe pirsgirêkeke mezin. Em ê heta dawiyê li dijî DAIŞ’ê li ber xwe bidin. Gelê me neçar e li ber xwe bide."

Mehmet Ocalan bersiv da pirsa der barê tevlîbûna merasîma cenaze de û diyar kir ku birayê wî Ocalan gotiye: “Ev cenazeyeke normal e. Ew xwişka me ya 70 salî bû. Keseke xwedî ked bû." Mehmet Ocalan destnîşan kir ku ji bo tevlîbûna merasîma cenazeyê tu daxwazek a Ocalan çênebûye.

JI BO ÇARESERIYÊ EM Ê HETA 15'Ê COTMEHÊ BISEKININ'

Mehmet Ocalan, li ser pirsa der barê pêvajoyê de jî wiha aixivî: "Got ku 'bi taktîkên mijûlkirinê ev pirsgirêk çareser nabe. Divê dewlet li gorî zagonên ku derxistiye tevbigere. Dibêjin pêvajoya çareseriyê. Ev çend sal in nahêlin parêzer bên cem min. Parêzer nayên. Dozên min ên hem hiqûqî û hem jî li dadgehên navneteweyî yên li DMME'yê hene. Ji bo vê çima parêzer nayên. Ma bi vî awayî mimkun e ku çareserî pêk bê?' Ji bo çareseriyê em ê heta 15'ê Cotmehê bisekinin. Em ê vê yekê ji şandeyên tên re ragihînin. Piştî vê yekê tiştekî ku em bikin tine ye. Yanî tiştekî bi navê çareseriyê tine ye. Dibêjin muzakere lê muzakere li holê tine ye. Ev avahiyeke bê bingeh e. Êdî em nikarin xwe li ber vê yekê bigirin û tiştekî ku em bikin nemaye. Dê nemîne jî. Der barê pêvajoya çareseriyê de ev nirxandin kir.”

'HAVVA TEVKARIYA TÊKOŞÎNA ME KIRIYE

Mehmet Ocalan piştî daxuyaniyê ji DÎHA'yê re axivî û diyar kir ku Ocalan der barê Havva de ev tişt got: "Havva ji berê de piştgirî dida têkoşînê. Hevalên me li mala xwe hewandiye. Heta ku ji destê wê hat destek da têkoşîna me. Tevlibûna wê ya têkoşîna me çêbû."

Piştî daxuyaniyê ji bo tevlî merasîma cenazeyê bibe ber bi Edeneyê ve bi rê ket.