Ocalan: Azweriya min a herî mezin hevaltî ye

Ocalan ê ku diyar dike ew hewl dide bibe hevalekî pir baş, ji bo hevaltiyê kêferateke mezin dide û azweriya wî ya herî mezin hevalî ye. Ocalan dibêje, ‘’Heke dilekî mezin ê ji bo hevaltiyê nebûya, du Kurd nikaribûn werin cem hev’’.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku diyar dike ji bo hevaltiyê bi pêş ve bibe pir hewl dide, li gel rikdarî û semaxeke mezin, bi bawerî û zanînê jî dixebite û wiha dibêje: ‘’Li gel gihaştina wê jina ku bi bihistyariyeke mezin, bi hostayî diaxive, dimeşe û şer dike, her wiha ji nû ve mirov xwe digihîne mere Kurd ê binamûs. Ev geşedanên pir girîng in lê hê encam bi dest ve nehatine. Hûn jî bi vê maneyê dikarin werin ser hevaltiyê, hevrêtiyê. Ji bo ku vê bibin sêrî hûn ê baş fêhm bikim û serkeftina mîsoger li ber xwe deynin.’’

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di dahurandina 31’ê Çile ya 1995’an de,  saziya malbatê, li nav  Kurdan avaniya malbatê û malbatîbûnê, rista jinê, têgîna hijêkirinê û çarçoweya rasteqîn a hijêkirina welêt, bi lêhûrbûna teorîk bi mînakên ku ji xwe jî dide, vedibêje. Em beşê dawî yê vê dahurînê ku hê jî nû ye û bi demê re baştir mirov jê serwext dibe, par ve dikin.

Ocalan dibêje şerê wî yê mezin ê ku hê 7 salî bi jinê re dest pê kirî didome, tim şîreta wê li guhdaran dike û dibêje, ‘’Ango, heke hijêkirina we têkilî milkdariyê be, hişberdan be, dev jê biqerin. Hûn çend salî dibin bibin, pêşî xwe azad bikin.’’

ŞEHTKIRINA JIN Û MÊR

Ocalan rewşa hevalên xwe yên zaroktiyê Azîz û Sidik dide ber ya xwe, cihê pêrabûnê ya ku bi kêferatê gihaştiyê wiha dibêje: ‘’Azîz endazyarekî kadastroyê yê xwedî mal û milk bû, bû midûrê tapûyê. Heke bavekî min ê mîna Azîz hebûya, ku li gorî derdorê bi rewşa hakim bû- dibe ku ez jî cuda bûma. Jixwe Azîz jî ji bo ku hakim bû, bû karmendekî têkûz ê dewletê. Bi mîsogerî ev ji polîtîkaya bav tê. Bavekî rêxistinî, bavekî hakim, jin şeht kiriye. Hevjîna wî hebû, ez nû niha dibînim ku ew şeht kiribû. Bi bîra min tê; Azîz her ku diçû dixwest bibe mîna bavê xwe. Du hevalên min ên zaroktiyê bûn, nikarîbûn ragirin. Hê jî bi bîra min tê, ez li dora mala wan diçûm û dihatim, bavê wî digot, ‘’biçe, tu ji rê derketiye, tu yê, yê me jî ji rê derxînî’’. Ez çûm û hatim du caran min ew dît, hema di cih de min ew dibir çiyê. Wê demê hêlîna eylo hebû, min dixwest bibim wir lê bû hakim. Niha jî yek ji karmendê têkûz ê dewletê ye.’’

Yekî dî hebû; Sidik, hinekî ji min mezintir bû. Bavê wî Mûsa jî li gorî civakê yekî bi qewet bû û li male jin şepirze kiribûn, ew çewisandibûn. Yek-du jinên wî hebûn. Sidik piştre bû midûrê polîsan. Keça ku pê re zewicî ji gund bû, ew jî bi bîra min tê. Keçik yeke wiha bû ku ji hêla klasîk bû bi qasî ku balê bikişîne ser xwe, xwe çêdikir. Bi keçeke wiha re zewiciye û kurekî wan çêbûye. Wê demê wê bihata gundê me bombe bikira. Komîseriya polîsan ne bes e, wê kurê xwe bikira pilot filan. De qey TC bi zanebûn dike. Pir ji pîlotan hez dikir û ji bo ku bombe bike kurê xwe kiriye pîlotê balafiran. Ew bixwe jî komîserekî êşkencekar e. Bavê wî jî li bara jinê serwer bû. Ew jî hevalê min bû lê wiha tine bû.

ZAROKÊN WAN NOKER Û XAYIN IN

Nav male û li bara jinê pozîsyona bavê wan, ji bo ku ev bibin noker bi risteke diyarker radibin. Zarokên wan jî noker, xayin.

Mînak wê demê li ser rewşa wan keçan hinek çavdêriyên min hebûn. Min got, divê wiha neçin. Ev helwesteke şoreşger e. Diviya weke ku mal bin neçin. Lê min nikarîbû bînim ser zimên lê min pêjna wê dikir. Timî caran zewacê fikar bi min re çêdikir. Di çav min de weke xilasbûnekê bû, hevalê min ji dest min diçûn. Ev hîseke pir girîng e, hevalên min ji dest min diçûn. Hevalên min ji min dibirin. Ev pêjnek bû. Hêza min tine ku jinê birevînim, bi tevdîr bûm. Dêhnê kesên ku jinan direvînin li ser min heye?

WEKE MILKKIRINA KESÊN XWEDÎ HÊZ

Li holê pirsgirêkek hebû. Ên xwedî hêz ew dikirin mal û milk. Dema ku nikarîbûn vê bikin jî direvandin lê ev bêgav bûm an jî zêde hêza min a çareseriyê nebû. Pê re pê re bi berfirehî li ser fikirîm. Pir hesas im. Mînak dikarim bibêjim wê demê li bara saziya dîn, saziya leşkerî û gelek saizyan hinek tevdîrên min hebûn. Her ku diçû min ev tevdîr bi pêş ve dibirin. Hê wê demê ketim pey Xwedê, pey leşkeriyê. Hin tevdîrên min hebû li ser bi peyketina jinê an jî li ser pirsa bê ka wê çi bibe, bi kêmanî ew hîsa ku xwe zincîr nekim bi min re çêdibû. Lê min hîs dikir ku ew keç jî divê werin girtin, divê mîna hevalan bimînin. Lê wê demê min dikarîbû wiha bikira, min nikarîbû zêdetir tişt bikira. A girîng ew bû ku wan salan li ser vê rastiyê hîsên cuda çêdibûn. Rewşa we û ya wî zarokî ji hev cuda geş dibe. A rast mirov dikare vê bêhtir bîn ser zimên.

REWŞA BERDEST JÎ TÊRÊ NAKE

Di qonaxa berdest de neqebek e lê têrê nake, divê gavan bide ber xwe. Ji dîn ber bi felsefeyê ve, ji felsefeyê ber bi sosyalîzma zanistî ve dice. Pêvajoyeke girîng e! Ango, ku mirov dêhna xwe bide ser, mirovekî ku gav bi hav dibe eniyek, dikare bikeve dirakeke wiha ne? Hê di temenekî pêşwext de xwe di ber melatiyê re kirî, dibe ku helwestên wiha çêbibin, dibe ku bikeve hewldanên ku jê nayê payin. Heqê demên qevzdanê dide, pêvajoyên demkî yên qevzdanê çêdibin,  ew jî zîrek in, bi hîs, raman û wijdanê xwe dikarin qevzan bidin ber xwe. Heke em vê taybetmendiyê bînin ber çavan, gelek mînakên wiha hene. Mîna dilê wî dixwaze, jê ve weke zîrektiyê xuya dike ku ji rezên dewlemendekî werşiyê tirî jêbike. Dilê wî dixwaze wê hêlîneke eylo, çêliyeke eylo bibîne. Dilê wî dixwaze, wê biçe gangilokan berhev bike. Dilê wî dixwaze wê nêçîra çûkan bike. Dilê wî dixwaze bi hostayî wê maran bikuje. Ketiya darî çavê mamosteyan, her wiha zarokekî wiha ye ku melayê gund dibêjinê, ‘’wê bifire’’. Her wiha ketiye darî çavê jinan. Ev tiştekî bi bîr dixe. Dest bi cudabûnê dike, cuda dibe.’’

SERDEMA TÊKILIYA BI KESÎRE RE

Ocalan têkilî pêvajoya ku 27 salî bi Kesîre re dest pê kirî û heta 37 salî berdewam kirî, hewldana heq ji jinê û heq ji mêrê klasîk ê Kurd derketinê bi bîr dixe. Ocalan dibêje, Kesîre nikarîbû ku wî control bike, li gorî jinbûna xwe nikarîbû wî bixîne, rewşeke sosret û balkêş jiyayaye û didomîne: ‘’Kemal Pîr ji Cuma re dibêje, ’’bêhurmetiyeke mezin li hevalê me yê Rêber dike, em vê ceza bikin, em têkiliyên xwe jê bibirin’’. Ev zilam (behsa Ocalan dike) cuda difikire, diqehere, ji qehran xwe dixwe. Her roja wî mîna kesayatiya darbeyê ye lê li gel vê jî li ber xwe dide. Ev çito kar e! Rewşeke wiha ye ku ti Kurd, ti mêr nikare 24 saetan qebûl bike. Divê em fêhm bikin bê ka Kurd çilo kete vê rewşê. Hişmendiya comerdiya feoal lê zilam dibêje, ‘’ka bisekine’’, ev çiye? Hemû pîvanên klasîk li hêlekê datîne. Têra xwe li dijî derewan şer kiriye, bi pey lêgerînên taybet kiriye. Civakê, siyasetê, niştimanperweriyê, herî pêşî li rêxistinê difikire. Têra xwe bi maran re şer kiriye, lêgerînên wî yên taybet çêbûn. Pir bi tevdîr e, hemû hêza xwe datîne holê. Li gel vê jî li vir dixwaze Kurdan, xwe dahurîne. Hewl dide bipîve bê ka mêrekî çilo ye, gotebêjiya vê bike. Di pêvajoya vê têkiliyê de li bersiva pirsa, ‘’ez mêrekî çilo me?’’ digere. Şêwazeke pir tund li ser xwe diceribîne. Dilê we nikare vê ragire. Ti mêr, ne 10 salan, 10 saetan nikare vê ragire..

MIN YEK ŞEQAM NEVÊATIYÊ, MIN DIJÛN LÊ NEKIR

TC, arîstokrastî, burjuvaz di nav her cure entrîka û bêexlaqiyê de ye. Înkara mezin, neliheviya mezin, rewşeke wiha ji bilî jinê dişibe her tiştî. Heke hûn bûna, we yê bigota, ‘’mêr wiha nabe?’’ û roja pêşî we yê destê xwe bavêta kêrê. Min şeqam neavêtiyê, min yek gotin lê nekir. Hevalan digotin, ‘’tevdîreke mezin heye, hostayiyeke mezin’’. Ez, bi gotina pîrika xwe, dikarim ji xwe re bênamûs bibêjim?  Pir sirûştî me. Wê demê min gelek taybeymendî diyar kiribûn, min hemû alternatîfl Ii pey hev rêz kiribûn, dîsa min tevdîr girtibûn. Ango, ez nabêjim bi teqezî wiha bû, ji serî de min digot, ‘’ev dibe ku sîxûrek be, ev dibe ku melekek be’’ lê her kêlî, her saet bi van hîs û ramanan bûm. Li gor xwe min lîstikeke mezin datanî, dueloyeke mezin û min dît jî. Li ser vê mijarê hûn nikarin bibejine min ,’’pir dilhişk î’’.

Çima  derkete pêşberî min? Li gel ku heq jê dernakeve jî çima wiha xwe di ber rêbertiyê re dike? Çima ne bi wê hêzê ye ku li gorî şêwaze tevbigere? Ji ber ku ez bi wê astê bûm ku bi rengekî derasayî Rêbertiyê bikim, çima xwe cuda nîşan dide? Helbet, ez, ew zilamê binamûs û welatparêz, min nikarîbû xwe bêdeng bikira.

MESELEYA TÊKILIYAN DIBISTAN E

Meseleta têkiliyan dibistan e.  Têkiliyên we bi jin an jî mêran re çêdibin, hûn cih digirin ne? Ez ne wiha me û di bûyera Kurd de ev bêhempaye. Ez rast dibêjim, ez tezên xwe li pey hev rêz dikim.

Jinên ku xwe dane evînê! Taloke wiha mezin e. Îro yak u tê afirandin, bi mîsogerî afirandina Kurdan e, bi ser de ne tenê afirandina Kurdan, wê bibe afirandina mêr û jinên azad. Hûn jin lê balder bin lê min şanî we da bê ka bala min li ser çiyê jinan. Min ji we re got bê ka jinên gundî çawa pêşwazî li min dikirin û her wiha mamosteyên jin çawa ez ji bo seroktiyê pêşniyar dikirim. Netirsin, pir bala min li ser wan bû. Bi ser de, jina ku min dayî pêşberî xwe ne wiha jin bûn jî, ji jinê bêhtir dişibiyan her tiştî. Tansû jinek e? Ez vê nabêjim, hûn ji wir hatin, dizanin. Kopiya wê, belkî jî fermandara veşartî ew e. Bila şer bike, ez ê jî şer bikim.

REWŞA HERÎ TALOKE KU KURD KETINÊ

Ez di ber azadî û rûmeta jinê de şer dikim. Ew jî li dijî min xilasbûn, nebûna jinê didine şerkirin. Ev jî şerekî mezin e. Bi rastî jî keda min fêhm bikin. Nexasim keda siyasî, rêxistinî û leşkerî divê were fêhmkirin. Divê hûn guh bidin vî zilamî (Ocalan) û bi rastî jî mirov nikare derewan li vî zilamî bike, bixapîne, bixiriqîne. Ji xwe re dike meseleyeke mezin ku bike zilam, bibe zilam. Qiyametê radike. Bi rengê ku hûn dizanin najî. Belkî jî qet nizane bijî. Bûyerek heye ku çespandiye; ew jî ew e ku dema ku weke we hate rewşa zilamtiyê, deriyekî li sazîbûna zewacê vedike. Bi gumaneke teqez mîna sîxûrekî dikev hundir. Ti tiştî têkilî zewacê bi cih nayîne lê ji çav re li ber xwe dide. Ne bi nêtxirabî jî, ji ber ku ew sazî bixwe saziya sîxûrî ya dijmin e. Li dijî saziya sîxûrî sîxurtî! Hûn dikarin çiyê dî bikin? Nikarî heq jê derkevî, xwe mîna lîstikbazekî zîrek datîne holê. Rêyeke dî nine. Hatiye 27 saliya xwe, divê tecrûbeyekê bike û bi mîsogerî, weke ku em pê dizanin, ti hêvî di hîsan de tine. Bawer nake ku bibe zilam, bawer nake ku bibe mêr. Jixwe qet lê nafire ku bibe mêr, lê diceribîne, hewl da ku fêhm bike û dahurîne. Bi meraq û dirûst e. Zor lê bû lê li ser piyan ma. Bû pêvajoya ku ji pêvajoyê herî giran ê şer girantir. Di rewşeke wiha de bû nedikarî li ser piyan jî bimîne, hema hema dev ji jiyanê berdida lê li vê qadê, bi vî rengî  têkoşîn domand. Hîç li ber xwe neket ji ber ku nebûm zilam, nebûm mêr. Pêvajoyeke jiyanê ya pir cihê da ber xwe. Dawiya dawî dikarîbû rêxistinê biparêze, pêgirê partiyê bimîne. Nekete rewşa herî taloke yak u Kurd ketinê. Destûra wê neda ku bikeve windakirina vê saziya ku dide windakirin. A herî girîng jî ev der. Kuştina hîsên xwe da ber xwe û li gel vê jî karîbû ku bijî.’’

DEMA KU XWE JÊ XILAS KIR HÊVÎ MEZIN BÛ

Ocalan dibêje  Kurd di dîroka xwe de cara pêşî ye ku neşikestiye, li bara vê saziyê têk neçûye û têra xwe hin saziyên sereke, têgeh, têkilî hatine vekirin, ser wan hatiye zelalkirin û hatiye nîşandan ku malbateke mezntir, têkilyeke mezintir a malbatî pêkan e û dema ku xwe ji vê têkiliyê xilas dike bi hêviyeke hê mezintir li  jinê, li welêt, li partiyê û hevrêyan dinere. Ocalan dibêje ew î destûr nedaye ku rewşên wiha ku nikaribe heq jê  derkeve û çewisandin, li gel ku 37 saliya xwe derbas kiriye jî hewl daye ku jinê nas bike; karî bûye ku bi tevdîr be û hîsên xwe hinekî terbiye bike û didomîne: ‘’Ev zilam, ji têkiliyeke wiha ku mirov kezebreşî dike bi sax û silametî derkevei. Bi ser de jê xurt dibe . Ber bi çil saliyê ve dice. Dersên ku hûn jê derxînin bêhempa ne, helbet ku ev hêza we hebe. A rast we divê hûn bi Rêbertî qebûl bikn û we divê qebûl nekin, jixwe zilamekî wiha ye.  Jixwe beriya bi çend rojan hevalê we Fut got digot, ‘’piştî bi 20 salan, min nû bû dest bi naskirina hevalê xwe yê berê kir’’.

JI KURDÊ PAŞMAYÎ TI CIHÊTIYA WE NAMÎNE

Ez wiha bi zelalî diaxivim. Nxwe hewl bidin kun as bikin, an na hûn ê bişewitin. Fuat niha bi têkûzî hewl dide fêhm bike û bi cih bîne. Diferihe, ditirse, diqilqile. Baş pê dizane ku çareyeke wî ya dî tine. Ne baş e ku wiha bi derengî mirov fêhm bike. Heke hûn fêhm nekin wê çi bibe? Heke hûn fêhm nekin ji Kurdê paşmayî wê ti cudahiya we nebe..

Lêgerîna li jinê lêgerîna li welêt e. Hijêkirina li jinê hijêkirina li welêt e. Lebikîna bi nakokiya jinê re, şerê herî mezin e. Ev tez in, piştre em ê vekin. Ê ku nizane hij ji jiê bike, bi hijêkirina niştiman nizane. Ev ji bo jinekê bi rengekî cudatir dikare were gotin. Ê ku bi hêsanî li jinê digere û dibîne bênamûs e.  Ê ku têkiliya hêsan a jin-mêr qebûl dike alçax e, têk çûye. Ê ku di têkiliya jin-mêr de diyalog, xweşikî û hêza mezin nikaribe deyne holê, bi mîsogerî nikare bibe xwedî kesayata mezin. Li ser vê mijarê, ji aliyê milîtanan ve dibêjim, milîtanê ku nikaribe xwe li mêzînê bide nikare geş bibe. Ê ku tenê bi hîsan tevdigere bi carekê re wê hilweşe. Ê ku bi xafil û evîneke hişberdayî gav bavêje di cih de wê têk biçe. Ê ku ne xwedî helwesteke pir cidî, zanistî bin û wêrek bin, dîsa wê ko bimînin.’’

DILÊ HEVALTIYA MEZIN

Ocalan dibêje ji bo ku van tiştan dibêje divê ne kesek xwe bêsiûd bibîne, ne jî kesek divê bi zalimî were nirxandin, diyar dike ew bi kêferateke mezin a hevaltiyê dike û didomîne: ‘’Azaweriya herî mezin a hevaltiyê ye û cihêtiya naxe navbeyna mêr û jinê. Azaweriyeke wiha ya hevaltiyê ye ku ev kes kiriye damezrênerê rêxistiniya mezin  û kiriye ku tişta ku di dîrokê de kesî  ji bo vî gelî bike, pêk bîne û bi ser bixe. Heke ne ji vî dilê mezin ê hevaltiyê bûye, du Kurd wê nehatibûna cem hev. Di dîrokê de heta bi vê rewşê hatine. Di nav van tîpan de ku xayinên wê pir in, bira bi biras re ne rast e, dema ku pir dilzîz bin jî mirina herî kirêt dijîn, avakirina rêxistineke wiha; ji parçekirina atomê zehmetir e. Ev hatiye avakirin. Ji bo vê jî çi kesek nikare îdîa bike ku ev kes ne hevalekî çak e. Na! Ji bo ku bibe hevalekî çak, bêhempa ye û ev hatiye çespandin. Hê jî hewl dide ku hevaltiyê geş bike û bidomîne.

DÎSA BER BI TÎPÊ MÊR Ê KURD Ê BINAMÛS VE

Tam nehatiye rûniştandin lê heta dawiyê ji nîqaşa azad re vekiriye. Bi mîsogerî bi hewcebûna vê bawer e. Hemû zemînên wê, rêxistin ji bo çareseriya vê ava kiriye.  Bi rikdarî û semaxeke mezin, bi bawerî û hişmendiyê ev kar kiriye. Em bawer dikin, hûn jî bi vê maneyê dikare werin ser vê hevaltiyê vê hevrêtiyê.

Ji bo ku vê bûyera di têkiliyên jin û mêr ên Kurd de, ya di girêka xilboqî ya malbatî de, ber bi azadiyê ve çareser bike ber bi pêş ve hav avêtiye. Li gel gihaştina wê jina ku bi bihistyariyeke mezin, bi hostayî diaxive, dimeşe û şer dike, her wiha ji nû ve mirov xwe digihîne mere Kurd ê binamûs. Ev geşedanên pir girîng in lê hê encam bi dest ve nehatine. Hûn jî bi vê maneyê dikarin werin ser hevaltiyê, hevrêtiyê. Ji bo ku vê bibin sêrî hûn ê baş fêhm bikim û serkeftina mîsoger li ber xwe deynin.’’