NYT: CIA ji ser Tirkiyeyê ji bo serhildêran çekan peyda dike
NYT: CIA ji ser Tirkiyeyê ji bo serhildêran çekan peyda dike
NYT: CIA ji ser Tirkiyeyê ji bo serhildêran çekan peyda dike
Rojnameya New York Tîmes a Amerîkayê (NYT) di nûçeyeke xwe de diyar kir ku, Teşkîlata Alman a Nûçeyan a Navenda Amerîkayê (CIA) li ser Tirkiyeyê sewqiya leşkerî bo serhildêrên Sûriyeyê dike.
Li gorî çavkaniyên Washîngton û şefên komên serhildrên Sûriyeyê, derbarê sewqiya çekan a ji bo komên çekdar di mijdara 2012’an de piştî hilbijartinan zêde bûye. Rojnameyê diyar kir ku, sala borî û heta niha nêzî 160 kargoyên leşkerî yên ji Urdun, Erebîstana Siûdî û Qatarê hatine li balefirgeha Enqereyê hatiye danîn.
Berdevkê Enstîtuya Lêkolînê ya Aştiya Navnetewî ya Stockholmê Hugh Grîffîths destnîşan kir ku, ev bar tê texmîn kirin ku ji 3 hezar û 500 ton muhîmata leşkerî pêk tê.
Li gorî rojnameyê sixûrên CIA’yê ji bo ku alîkariya leşkerî bikire ji welatên Tirkiye, Ereb û Hirwatîstanê alîkariyê digire. Herwiha hate diyar kirin ku, hewcedariya yekineyên sehildêr zêdetir bi çekan heye.