NY: Tirkiyeyê gavek jî neavêt

Koma Xebatê ya li dijî windakirina bi zorê ya Neteweyên Yekbûyî ragihand ku Tirkiyeyê pêşniyarên di sala 2016'an de hatin kirin ji nedîtî ve hatiye û destnîşan kir, Tirkiye xwe ji çanda bêcezahiştinê xwedî dike.

Koma Xebatê ya li dijî windakirina bi zorê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) piştî serdana li Tirkiyeyê ya navbera 14-18'ê Adara 2016'an têkildarî bicihanîna pêşniyarên li hikumeta AKP'ê hatine kirin raporek amade kir. Rapor wê pêşkêşî rûniştinên mafên mirovan ên 45'emîn ên Konseya Mafên Mirovan bê kirin.

Rapora ku ji 66 rûpelan pêk tê, balê dikişîne ser binpêkirina mafên mirovan ku piştî sala 2016'an dewam kirin.

'DAXWAZÊN ME JI NEDÎTÎ VE HATIN, BINPÊKIRIN DEWAM DIKIN'

Di raporê de hate gotin, "koma Xebatê piştî serdanê bi raporekê bang li Tirkiyeyê kir ku saziyên demokratîk xurt bikin, azadî û mafên bingehîn ên welatiyan bêyî cihêkariyê biparêze û ji bo pêşvebirina vê yekê serweriya hiqûqê ji xwe re bike esas. Bi taybetî rawestandina şerê li Başûrrojhilat, bi pêvajoyeke derbasbûnê ya bi edalet pêkan bû. Koma Xebatê bi vê armancê raporek amade kir û ji bo eşkerekirina windakirinên bi zorê, edalet û heqîqetê, ji bo naskirina mafê tazmînatê yê mexdûran planeke ji gelek pêşniyaran pêşkêşî Tirkiyeyê kir."

Di raporê de hate destnîşankirin ku dewleta Tirk pêşniyarên hatine kirin ji nedîtî ve hatiye û hate ragihandin ku di mijara parastina mafên mirovan û demokrasiyê de li gel pêşniyarên hatin kirin jî mafên mirovan hatin binpêkirin.

Di raporê de operasyona dagirkeriyê ya dewleta Tirk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hate bibîrxistin û hate destnîşankirin ku ew bi fikar in, di dema vê operasyonê de rola Hêzên Çekdar ên Tirk di windakirina welatiyên Sûriyeyê de heye.

'HÎN JÎ XWE JI ÇANDA BÊCEZAHIŞTINÊ XWEDÎ DIKE'

Di raporê de hate bibîrxistin ku ji bo parastina mafên mexdûran û lêgerîna li maf a xizmên windayan pêşniyar hate kirin ku qanûn bi cih bê anîn, lê belê ev pêşniyar jî ji nedîtî ve hatiye û di vê mijarê de Tirkiye bi zimanekî tund hate rexnekirin.

Her wiha hate bibîrxistin ku ji bo lêkolînkirina qadên gorên komî, parastina van qadan, eşkerekirina cihên wan û eşkerkeirina hejmara mirovên hatin windakirin, pêşniyar hatiye kirin, lê belê Tirkiyeyê ev pêşniyar jî ji nedîtî ve hatiye.

Di raporê de hate ragihandin ku ji Tirkiyeyê hate xwestin, têkildarî windakirina bi zorê û dema destgîrkirinê arşîvên leşkerî û dewletê bên eşkerekirin, lêpirsînên cezayî li ser windakirina bi zorê bên destpêkirin û ji aliyê dozgerên serbixwe û pisporên tipa edlî ve bên meşandin, lê belê Tirkiyeyê bersiv nedaye vê daxwazê û hîn jî Tirkiye xwe ji çanda bêcezahiştinê xwedî dike.

Di raporê de hate destnîşankirin ku di mijara windakirina bi zorê de hatiye xwestin JÎTEM û berpirsyariya hemû wezîfedarên dewletê bê lêkolîn, lê bersiv ji vê daxwazê re jî nehatiye dayin.