NY: Di êrîşên Tirkiyeyê de sivîl tên kuştin
NY ragihand ku di êrîşên hewayî yên dewleta Tirk ên li ser Efrînê, cihê fikarê ye û welatiyên sivîl tên kuştin û birîndar kirin.
NY ragihand ku di êrîşên hewayî yên dewleta Tirk ên li ser Efrînê, cihê fikarê ye û welatiyên sivîl tên kuştin û birîndar kirin.
Berdevka Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan ya Netewên Yekbûyî Ravina Shamdasani li Boruya NY a li Cenevreyê daxuyanî da û bal kişand li ser êrîşên dewleta Tirk ên bi ser Efrînê. Shamdasanî wiha got; “Em raporên bi fikar ên di derbarê kuştin û birîndarbûna sivîlan ên êrîşên hewayî û bejahî yên dewleta Tirk bi ser Efrînê de, digrin. Li herêmên ku dewleta Tirk kontrol kirî jiyana sivîl ên li herêmê û bi sed hezaran sivîlan di talûkê de ye.”
Shamdasani wiha jî got; “Lê dema ku mirov dixwazin li cihê şer biçin, ji ber êrîşên hewayî gefek mezin li ser wan heye. Welatiyên sivîl di bin talûkeya bombebaran û madeyên teqemiyê de ne.”
‘ÊRÎŞ BANDORA XWE LI NEXWEŞXANEYAN JÎ DIKE’
Shamdasanî diyar kir ku ji ber êrîşên dewleta Tirk ên bi ser Efrînê rewşa mirovî gelek giran e û wiha got; “Li Efrînê nexweşxaneyên kêm in û mirovên ku di encama operasyonê de birîndar bûne xebatên tedawîkirinê tê kirin. Lê belê êrîş bandora xwe li nexwexşane û xebatkarên nexweşxaneyê dike.”
‘HÊZÊN DIBIN LÎDERTIYA TIRK DE TALANÊ DIKIN’
Shamdasanî detnîşan kir ku hêzên dibin lîdertiya dewleta Tirk de piştî ku çavkaniyên avê kontrol kirin, texrîp dikin û ji ber vê sedemê li bajêr pirsgirêkên avê hene û wiha domand; “Dîsan raporên talankirina malên sivîlan yên ku ji aliyê hêzên dibin lîdertiya dewleta Tirk de tên gel me.”
‘DIVÊ SIVÎL BÊN PARASTIN’
Shamdasanî herî dawî qala derketina sivîlan kir û ev bang li hêzên xwecihî yên li Efrîn û dewleta Tirk kir; “Di dema şer de divê destûr bê dayîn ku sivîlên ku dixwazin biçin cihên ewle bê dayîn. Ji bo pêşîlêgirtina windahiyên sivîlan divê hemû tedbîr werin girtin.”