NY: Bûyerên li Tirkiyeyê fikaran dide
Roportorê Taybet ê NY ê Êşkenceyê Melzer got, “bûyerên li Tirkiyeyê fikaran dide”, bang li hikûmeta Tirk kir ku demildest li dijî îdîayên êşkenceyê lêpirsînek bêalî û bêkêmahî bidin destpêkirin.
Roportorê Taybet ê NY ê Êşkenceyê Melzer got, “bûyerên li Tirkiyeyê fikaran dide”, bang li hikûmeta Tirk kir ku demildest li dijî îdîayên êşkenceyê lêpirsînek bêalî û bêkêmahî bidin destpêkirin.
Roportorê Taybet ê NY ê Êşkenceyê Nîls Melzer ku rojên bihurî hatibû Tirkiyeyê, têkîldarî çavdêriyên xwe li navenda NY a li Cinêvê daxuyaniyek çapemeniyê da.
Melzer bi gotina “Divê hikûmeta Tirkiyeyê fêr bibe ku bi polîtîkaya bêêşkenceyê re bijî” dest bi axaftina xwe kir û bang li hikûmeta AKP’ê kir ku toleransê nedin êşkenceyê.
‘BIRYARNAMEYÊN LEZGÎN FIKARAN DIDE’
Melzer ragihand ku rayedarên hikûmetê yê pê re civiyane gotinên têkoşîn û biryardariya li dijî êşkenceyê bi keyfxweşiyê pêşwazî kirine û got; “Gotinên polîtîk û rastiyên li welêt gelekî cuda ne.”
Melzer bi taybet jî sepanînên piştî hewldana têkçûyî ya darbeya leşkerî ya 15’ê Tîrmehê bi bîr anî, got; “Wextê binçaviyê bêyî kontrola darazê heta 30 rojan tê dirêjkirin û 5 rojên destpêkê jî dîtina parêzeran tê qedexekirin. Ev fikaran dide.”
‘ÊŞKENCE HEYE’
Melzer di axaftina xwe de ev îfade kirin; “Li gor agahiyên ku pisporan, girtiyan û parêzeran dane me, piştî hewldana darbeya leşkerî, di pêvajoyên binçavkirin û girtinê de li dijî mirovan êşkence û muameleyên xirab hatine xebitandin.”
Melzer der bir ku gelek îdîayên ji hêla NY tê dayîn bi awayekî çalak nayê şopandin û destnîşan kir ku rapor digihêjin wan ku bersivên ji bo îdîayan ne têrker in.
‘EM BANGA LÊPIRSÎNEK BÊALÎ DIKIN’
Melzer da xuyakirin ku maxdûr li dijî sîstema darazê bêbawer in û wiha dewam kir; “Ji ber van sedeman jî ez bang li rayedar û hikûmeta Tirk dikim ku têkîldarî tevahî îdîayên êşkenceyan bi lezgînî lêpirsînek bêalî û bêkêmahî bidin destpêkirin.”
Melzer got, “Ez careke din dixwazim dubare bikim ku bi êşkenceyê bêzarkirina mirovan ne rast e” û dîsa bang li Tirkiyeyê kir ku rêzê bidin mafên mirovan.
Roportorê Taybet ê NY ê Êşkenceyê Nîls Melzer da xuyakirin ku wê rapora ku piştî serdana Tirkiyeyê bi detay amade kirine di rûniştinên Mafên Mirovan a Komîsertiya Bilind a Mafên Mirovan a NY de ku wê meha Adarê bê lidarxistin, ragihînin.