NY biryar da ku sûcên DAIŞ’ê zêdetir bike

NY ji bo lêkolîna sûcên çeteyên DAIŞ’ê yên li Iraqê, komîsyona lêkolînê ya navneteweyî ava kir.

Neteweyên Yekbûyî bi vî awayî peyam da çeteyan ku sûcên qirkirin, şer û li dijî mirovayetiyê wê di asta navneteweyî de were şopandin. Mexdûrên çeteyên DAIŞ’ê jî wê di dadgehan de werin guhdarîkirin.

Pêşniyaza çareseriyê ya bi nimreya 2379 a ku Îngîltereyê pêşniyaz kiribû roja Pêncşemê ji aliyê welatên endamên Konseya Ewlekariyê ya NY hate qebûlkirin û biryar hat dayîn ku ji bo sûcên ku çeteyên DAIŞ’ê li Iraqê kirine werin lêkolîn, divê ekîbeke pispor were avakirin.

Agahiyên werin komkirin wê piştre bibe sedema darizandina çeteyên DAIŞ’ê.

Di belgeyên NY de tê diyarkirin ku li dijî Şîî, Xirîstiyan, Sunniyan êrîş hene û li dijî Êzidiyan jî qetlîam pêk hatiye.