NY bi PYD’ê re ‘çareseriya li Sûriyeyê’ axivî

Nûnerê Neteweyên Yekbûyî yê Sûriyeyê Staffan De Mistura di çarçoveya amadekariyên civîna Cenevre-3 bi heyeteke ji endamên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Rojava hevdîtin pêk anî.

Nûnerê Neteweyên Yekbûyî yê Sûriyeyê Staffan De Mistura di çarçoveya amadekariyên civîna Cenevre-3 bi heyeteke ji endamên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Rojava hevdîtin pêk anî.

Nûnerê Neteweyên Yekbûyî li Sûriyeyê Staffan De Mistura Li paytexta Swîsre Cenevre bi Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim, Nûnerê (PYD) yê Ewropayê Ebdulselam Mistefa û Nûnera Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Rojava li Ewropayê Sînem Mihemed re rûnişt.

Têkildarî hevdîtinê Hevserokê PYD’ê Muslim got ku hevdîtin erênî derbas bûye û bal kişand ku ji bo çareseriyeke siyasî ya li Sûriyeyê hevdîtinên bi vî awayî girîng in. Muslim diyar kir ji nûnerê NY re gotine ku sîstema li Rojava ji bo çareseriyeke demokratîk a li Sûriyeyê modelek e.

Muslim anî ziman ku ji Mistura re têkoşîna YPG’ê ya li hember DAIŞ’ê bi xetên giştî careke din bibîr xistine û diyar kirine ev têkoşîn ne tenê ji bo gelê Kurd ji bo tevayî gelan e.

Muslim destnîşan ku bal kişandine ser rola aştiyane ya Kurd ji dîrokê heta roja me îro dilîzin û ji bo çareseriyeke siyasî ya tevayî gelan digire nav xwe wê xebatên xwe bidomînin. Muslim got ku ji heyetê ragihandine divê NY jî li ser vî esasî stratejiyeke çareseriyê pêş bixe.

Muslim, ragihand rayedarên NY ew jî di nav de wê hevdîtinên bi hêzên muxalif ên din re bidomîne.