Nûrî Aslan dê Serokatiya ÎBB’ê bike
Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglû, ji ber lêpirsîna derheqê xwe de wekaleta Serokatiya ÎBB’ê da Endamê Meclîsa ÎBB’ê yê CHP’yî Nûrî Aslan.
Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglû, ji ber lêpirsîna derheqê xwe de wekaleta Serokatiya ÎBB’ê da Endamê Meclîsa ÎBB’ê yê CHP’yî Nûrî Aslan.
Nivîsa ku bi destnivîsa Îmamoglû hatî amadekirin, ji Sekreteriya Taybat a ÎBB’ê re hate pêşkêşkirin.
Di nivîsê de de hate destnîşankirin ku ji ber lêpirsina ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ve hatî destpêkirin û bi armanca karên ÎBB’ê bi rê ve biçin, Nûrî Aslan dê erka Serokatiya ÎBB’ê bi cih bîne.
Ji aliyê Seroka Karên Nivîsê û Daîreya Biryaran Nûrten Ûgûrsoy ve ji Walîtiya Stenbolê û saziyên têkildar re nivîsa fermî hate şandin.
Di nivîsê de hûrgiliyên biryara wekaletê hatine eşkerekirin û hate diyarkirin ku nivîsa ku ji aliyê Îmamoglû ve jî hatiye amadekirin, lê hatiye zêdekirin.