Nurcan Bakir hate veşartin

Girtiya nexweş Nurcan Bakir ku dawî li jiyana xwe anî, li gundê ku lê çêbûyî hate veşartin.

Girtina nexweş Nurcan Bakir, ku ev 28 sal bûn girtî bû û piştî greva birçîbûnê ji Girtîgeha Girtî ya Jinan a Gebzeyê mişextî Girtîgeha Burhaniyê kirin, bi mebesta ku zext û zordariyan şermezar  bike dawî li jiyana xwe anî.

Malbatê cenazeyê Bakir ji Morga Tiba Edlî ya Bûrsayê stand û ji bo ku bi cih bike anî goristana li taxa Heciya ya Mehsertê ya Mêrdînê.

Bi hezaran kes li taxa Heciyan darbesta Bakir pêşwazî kir, darbest li milê xwe kirin û bi dirûşmeyan gotin,''Bijî berxwedana jinan'' û heta bi goristanê birin.

Hevseroka Mêrdînê ya HDP'ê Perîhan Agaoglu li ser cenaze axivî û got, ''Serê me jinan bilind e. Tiştên ku heval Nurcan kirin, hê di zaroktiyê de dest bi têkoşînê kir û ev ê ji bo me bibe ronkahî. Rêya wê, mîrateya ku wê li hiştî em ê bidomînin.''

Malbatê diyar kir ew ê konê sersaxiyê li Edene deynin.