Nûçeya ‘Emê serokwezîr bi 20 hezar kesî pêşwazî bikin’ hat derewandin
Nûçeya ‘Emê serokwezîr bi 20 hezar kesî pêşwazî bikin’ hat derewandin
Nûçeya ‘Emê serokwezîr bi 20 hezar kesî pêşwazî bikin’ hat derewandin
Serokê BDP’a Cizîrê Mehmet Ata Bîlen, der barê nûçeya ku di çapemeniya tirk de derket yên wekê ‘BDP’ê ji bo hatina serokwezîr Erdogan 20 hezar vexwendîname çap kiriye û BDP dê tevli pêşwaziyê bibe’ axivî û nûçe derewand.
Serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan ji bo vekirina Balafirgeha Şerafettîn Elçî ya di navbera navçeyên Cizîr û Îdîlê de tê çêkirin diçe Şirnexê û der barê çûyîna Erdogan de di çapemeniya tirk de hinek nûçe hatin weşandin.
Serokê BDP’a Cizîrê Mehmet Ata Bîlen der barê mijarê de axivî û wiha got: “daxuyaniyake partiya me ya wekê ‘Em tevli merasîmê dibin. Em gel vexwendî dikin’ pêk nehatiye. Li balafirgehê navê Şerafettîn Elçî danîn gelek baş e. Lê nûçeya der barê vexwendîkirinê de 20 hezar vexwendîname hatiye çapkirin jî derewe.”