Nûçegihanên rehîn yên MA'yê û Jinnewsê tehlîye bûn

Nûçegihanên ku ji bo nûçeya êşkenceyê ya du mirovên ku ji li Wanê ji helîkoptêrê hatibûn avêtin dabûn, rehîn hatibûn girtin, hatin berdan.

Li Wanê piştî ku êşkenceya li ser du mirovên ku li Wanê ji helîkoptêrê hatibûn avêtin kiribûn nûçe, 9'ê Cotmeha 2020'an nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Adnan Bîlen û Cemîl Ugur, nûçegihanê Jinnewsê Şehrîban Abî û nûçegihan Nazan Sala ku ku bêyî girtî dihate darizandin, her wiha nûçegihana MA'yê Zeynep Turgut jî bi îdîaya 'endama rêxistinê ye' dihate darizandin. 

Danişîna pêşî ya nûçegihanan li Dadgeha Cezayê Giran a 5'an a Wanê çêbû.

Dozgeriyê xwest ku rewşa girtîbûnê ya 4 nûçegihanan bidome. Şandeya dadgehê piştî ku navbeyn da, biryar da ku nûçegihan Adnan Bîlen, Cemîl Ugur, Şehrîban Abî, Nazan Sala, Zeynep Durgut werin tehliyekirin.