Nûçegihana ANF’ê Zeynep Kûray hat binçavkirin
Nûçegihana me Zeynep Kûray li Enqereyê hat binçavkirin. Kûray a têkildarî cinayeteke ‘kiryar nediyar’ hat binçavkirin, piştî îfadeya li dozgeriyê hat berdan.

Nûçegihana Ajansa Nûçeyan a Firat (ANF)’ê Zeynep Kûray piştî bavê xwe Sarp Kûray ê li Girtîgeha Sîncanê girtiye ziyaret kir hat binçavkirin. Kûray piştî bi xwişka xwe Sema Kûray û Serokê Giştî yê Partiya Gel a Şoreşger re ji ziyareta girtîgehê vedigeriya, bi sedema nûçeya cinayeteke li Geverê hat binçavkirin. Kûray a birin Qereqola Fatîh a Sîncan, piştî îfadeya li dozgeriyê hat berdan.
'NE KUJER EM TÊN GIRTIN'
Kûray got ku ti teblîxat jê re nehatiye krin û got, "Fermana girtinê ya der barê min de min ji dozger bihîst. Min di îfadeya xwe ya dozgeriyê de got, 'Du cinayetên kiryar nediyar hene, lê hûn yên dinivisînin digirin’. Çavkaniya nûçeya min hat pirsîn, lê min got veşarî ye û min neda. Di dosyaya doza hatiye vekirin de tê xwestin ajansa me ANF jî bê krîmînalîzekirin û tê îdîakirin ku kesên tê gotin cinayet pêk anîne min ew ji PKK’ê re kirine hedef.”