Nûçegihan Candemîr dîsa hate destgîrkirin

Nûçegihan Oktay Candemîr li Wanê vê sibehê hate destgîkirin.

Candemîr, ku nayê zanîn bê ka çima hatiye destgîrkirin, birin Şibûeya Midûriyetê ya Têkoşîna Dijî Terorê ya Midûriyeta Emniyetê ya Wanê.

Candemîr, 17'ê Kanûna 2018'an dema ku ji bo îfadeyê bide çûbû, li Midûriyeta Emniyetê hatibû destgîrkirin.

Candemîr bi hinceta ''kêmkirina sazî û dezgehên dewletê û amîrên wê'' hatibû destgîrkirin û heman şevê hatibû berdan.

Candemîr ev nêzî 15 salan e li Wanê nûçegihaniyê dike, hema hema hemû nûçeyên bûne mijara lêpirsînê. Candemîr ji ber nûçeyên xwe van 2 salan bi kêmanî 24 caran hate destgîrkirin.