Norwêcê aktîvîsta Kurd a jin radestî dîktator kir

Siyasetmedara Kurd Gulîzar Taşdemîr ku ji bo penaberiya siyasî serî li Norwêcê dabû û  û tedawî dibû, radestî Tirkiyê hate kirin.

Gulîzar Taşdemîr ku nêzî 27 salan di nava têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd de bi awayekî çalak cih girt, 7'ê Hezîrana 2015'an li Norwêcê ji bo penaberiya siyasî serlêdan kiribû. Taşdemîr a ku bi nexweşiyeke giran e, li gel helwestan û şertên zextê yên faşîst ên Tirkiyeyê jî hate dersînorkirin. Diyar bû ku îro hatiye dersînorkirin.

Ev dersînorkirina li Tirkiyeyê, ku mafê mirovan, azadî û hiqûq lê rabûye, ji bo mafê penaberan rewşeke nû û metirsî destnîşan dike.

Taşdemîr, sala 2015'an piştî ku serî li Norwêcê dabû serlêdana wê nehatibû qebûlkirin. Taşdemîr li ser vê yekê îltîcayî Elmanya kiribû. Vê carê jî bi hinceta peymana Dûblînê ew dabûn Norwêcê.

Tevgera Jinên Kurd a li Ewropayê (TJK-E)  beriya ku Taşdemîr were dersînorkirin bi daxuyaniyekê gotibû, "Tê xwestin ku Taşdemîr bikin qurbana yasayan." TJK-E'yê xwestibû ku Taşdemîr neyê dersînorkirin û domandibû, "Li Tirkiyeyê hê jî Rewşa Awarte heye. Li Tirkiyeyê, di rejîma yekdestî de ewlehiya jiyanê ya mirovên ne xwedî nasnameyên siyasî jî nemaye. Diyar e ku ewlehiya jiyanê ya Taşdemîr, ku bi nasnameya siyasî tê naskirin, tine ye."