Norwêc ji ber ku Taşdemîr radestî Tirkiyeyê kir mehkûm bû

Dewleta Norwêcê ku serlêdana penaberiyê ya aktîvîsta jin Gulîzar Taşdemîr red kir û ew radestî Tirkiyeyê kir, ji binpêkirina mafên mirovan sûcdar hate dîtin.

Dadgeha Destpêkê ya Osloyê dewleta Norwêcê ji ber binpêkirina mafên mirovan mehkûm kir ku penabera siyasî Gulîzar Taşdemîr radestî Tirkiyeyê kir.

Aktîvîsta jin Gulîzar Taşdemîr di sala 2015'an de li Norwêcê bi daxwaza penaberiyê serlêdan kir, lê belê daxwaza wê nehate qebûlkirin û di 4'ê Tîrmeha 2018'an de ew radestî Tirkiyeyê hate kirin.

Taşdemîr piştî ku daxwaza wê ya penaberiya însanî û siyasî ji aliyê dewleta Norwêcê ve hate redkirin li Elmanyayê daxwaza penaberiyê kir, lê belê Elmanyayê di çarçoveya Peymana Dûblînê de daxwaza wê red kir û di 2'ê Tîrmeha 2018'an de radestî Norwêcê kir.

Tevî nerazîbûna Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî û rêxistinên jinan, Norwêcê Taşdemîr di 4'ê Tîrmehê de radestî Tirkiyeyê kir. Taşdemîr li balafirgehê hate destgîrkirin û piştî ku êşkence lê hate kirin hate girtin.

Vê yekê li Norwêcê di nava partiyên siyasî û rêxistinên jinan de nerazîbûneke mezin afirand. Jan Bîrkeland ku parêzerê Taşdemîr e li dijî dewleta Norwêcê ji ber ku Taşdemîr radestî dewleta Tirk kir doz vekir.

Dadgeha Destpêkê ya Osloyê dewleta Norwêcê ji ber binpêkirina mafên mirovan mehkûm kir ku penabera siyasî Gulîzar Taşdemîr radestî Tirkiyeyê kir.

Buroya Koçberan a Norwêcê jî qebûl kiribû ku radestkirina Taşdemîr ji bo Tirkiyeyê şaş e û di 24'ê Tîrmeha vê salê de serlêdana penaberiyê ya Taşdemîr qebûl kiribû.