Nobeta li Stenbolê: Berxwedana li dijî desteserkirinê wê bidome

Di nobeta li dijî desteserkirinê de li Stenbolê ku berdewam dike de hat gotin ku wê têkoşîna wan ya li dijî desteserkirinê bidome.

NOBETA LI DIJÎ DESTESERKIRINÊ

Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê yên Stenbolê nobeta li dijî desteserkirina Şaredariya Colemêrgê ya li Meydana Şîşxaneyê ya li Beyoglûyê di roja 37'an de berdewam kirin. Çalakvanan di nobetê de wek her roj tîşortên "Qeyûm bicehime" li xwe kirin û nerazîbûna xwe ya li dijî qeyûm dan nîşandan.

Hevserokê DEM Partiyê yê Navçeya Sultangaziyê Farûk Kaya ewilî di çalakiyê de axivî û destnîşan kir ku divê dawî li destesrkirina vîna gelê Kurd bê anîn û di serî de zimanê gelê Kurd û hemû daxwazên gelê Kurd bên qebûlkirin.

Cumhur Bîlgen Soyustun li ser navê Platforma Demokrsiyê ya Gungorenê axivî û da zanîn ku vîna gelê Colemêrgê tine hatiye hesibandin û divê rêz ji vîna gel re bê nîşandan. Soyustun xwest ku girtiyên siyasî yên Kurd bên berdan û dawî li sepanên qeyûman bê anîn.

Serokê Weqfa Demokrasiya Sosyal (SODEV) Rasîm Şîşman jî axivî û got ew ji bo xwedî li vîna gelê Colemêrgê derkevin li vir in û ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê dê têbikoşin.

Serokê Giştî yê EMEP’ê Seyît Aslan axivî û diyar kir ku wê gelê Kurd û gelên Tirkiyeyê li dijî qeyûman dê têkoşîna xwe berdewam bikin.

Piştî axaftinan çalakiya îro bi dawî bû.