Nobeta ‘konê çareseriyê’ yê li Tatwanê KESK’ê dewr girt

Nobeta ‘konê çareseriyê’ yê li Tatwanê KESK’ê dewr girt

Di ‘Konê Çareseriyê’ yê bi armanca  pêvajoya vekişînê ya gerîllayên HPG’ê bişopîne li gundê Engesor ê Tatwanê hatibû vedan de nobet ji aliyê pêkhateyên KESK’ê ve hat dewrgirtin.

Ber bi saetên sibehê bi konvoyeke bi dehan maşîneyan endamên pêkhateyên KESK’ê yên wek SES, BES, Egîtîm-SEN, BTS ve Tumbel-SEN nêzî 300 kes hatin konê çareseriyê û nobet dewr girtin. Komeke  KESK’î li ber kon daxuyaniyeke çapemeniyê dan. Di daxuyaniya ku ji aliyê Sekreterê Şaxa Egîtîm-SEN Fatîh Işik ve hat xwendin de hat destnîşan kirin ku pêwîst e firsenda Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ava kiriye vala neçe û peyama aştiyeke mayîn da.  

Di daxuyaniyê de hat gotin ku Birêz Ocalan gotiye 'em derbasî qonaxa duyemîn bûne' û di qonaxa duyemîn de wezîfe û berpirsiyartiya herî zêde dikeve ser mile dewletê. Û hat destnîşankirin ku divê dewlet tavilê di xala ku wê guhertinên qanûnî bike de îradeyê nişan bide û gavên pratîkî biavêje.

Daxuyanî bi dirûşmayên “Bijî Azadî” bi dawî bû.