Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşarê di roja 82’emîn de didome

Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşarê di roja 82’yemîn de li pêşiya Wezareta Edaletê dom kir.

Nobete Edaletê ya Emîne Şenyaşarê ku parastvan û xizmên Parlamenterê AKP’î yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz hevjîn û 2 kurên wê qetil kiribûn, di roja 82’yemîn de li pêşiya Wezareta Edaletê dom kir. Emîne Şenyaşar nobeta xwe bi kurê xwe ê parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ferît Şenyaşar re domand.

Her wiha Sevînç Çakir a kurê wê di hewldana darbeya 15’ê Tîrmeha 2016’an de hatiye girtin jî ji çalakiya Şenyaşarê bandor bû. Çakir di roja 8’emîn de li pêşiya Wezareta Edaeletê çalakiya xwe ya rûniştinê domand.

Dayik Şenyaşar piştî nobetê bi kurê xwe Ferît Şenyaşar re derbasî Meclîsê bûn.