Nobeta Edaletê: Heta em ji Abdullah Ocalan agahiyekê digirin, em ê nesekinin

Dayikên Aştiyê ku Nobeta Edaletê didomînin, diyar kirin ku heya ku ew ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan agahiyê digrin, wê nesekinin.

NOBETA EDALETÊ

Nobeta Edaletê ya ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bi awayekî demokratîk çareserkirina pirsgirêka Kurd, li gelek bajaran didome.

ÊLIH

Nobeta Edaletê ya li Êlihê hat destpêkirin, di roja 67'an de li avahiya DBP'ê ya bajêr didome. Nobeta ku bi pêşengiya TÛAY-DER'ê hat destpêkirin, aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), rêveberên bajêr ên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) û rêxistinên civaka sivîl ên bajêr serdana wê kirin. Nobeta îro bi dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî”, “Bijî berxwedana zîndanan” û “Bê Serok jiyan nabe" bi dawî bû.

MÊRDÎN

Nobete Edaletê ya bi daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareseriya demokratîk a pisrgirêka Kurd li avahiyê rêxistina DBP’ê Mêrdînê hatiye destpêkirin, di roja 92’emîn de berdewam dike. Gelek kes serdana nobeta bi stran û dirûşman tê domandin kirin.

Ji ziyaretvanên Nobeta Edaletê Hevseroka DEM Partiyê ya Mêrdînê Necla Acibuca anî ziman ku ew tecrîda ser Abdullah Ocalan qebûl nakin, şermezar dikin û wiha axivî: “Em ê li dijî vê pergala qirêj sekna xwe nîşan bidin. Bi qasî ku tecrîda ser Rêberê Gelê Kurd bidome em ê serî netewînin û dê nesekinin.” Acibûca diyar kir ku ew çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyan silav dikin, cejna girtiyan û çalakgerên Nobeta Edaletê pîroz dikin.

ÎZMÎR

Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya EGE TUHAYDER û Tevgera Jinên Azad (TJA) hatiye destpêkirin di roja 48’emîn de li nûnertiya DEM Partiyê ya li Taxa Çîmentepeyê berdewam kir. Çalakger di çalakiyê de pêşmalkên li ser “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye” û “Bila girtiyên nexweş bên berdan” li xwe kirin. Di çalakiyê de gelek caran dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” hate berzkirin. Gelek welatî serdana  çalakiya nobetê kirin.

Dayika Firat Yagmekan ê di Girtîgeha Hejmar F-2 ya Kiriklara Bucaya Îzmîrê tê ragirtin Sultan Yagmekan di çalakiyê de axivî. Yagmekan anî ziman ku kurê wê jê re gotiye ku ew ê 3 mehan bi malbatê re hevdîtina telefonê pêk neyne û wiha got: “Ez bi kurê xwe re axivîm. Silavên wî ji her kesê re hebûn û ji min re wiha got, ‘Em ji ber bêhiqûqî bi dawî nebûn, çalakiyê dikin’. Em jî wek dayik dê Nobeta Edaletê bidomînin. Heya ku tecrîda ser Ocalan tê rakirin, em ê çalakiya xwe bidomînin. Divê bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bike. Heya ku em ji Abdullah Ocalan agahiyekê digirin, em ê nesekinin. Difikirin ku em ê biwestin û bêhnteng bibin. Lê belê tiştekî wisa nîn e. Em gavekê jî paş de navêjin. Tenê ji dayikan re bimîne jî em ê li vî cihê xwe nesekinin.” 

MÊRSÎN

Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Çukurovayê (Çukurova TUAY-DER) hatiye destpêkirin, di roja 127’emîn de berdewam kir. Parlamenterê Mêrsînê yê DEM Partiyê Alî Bozan, Hevserokê DEM Partiyê yê Mêrsînê Reşat Aşan, Dayikên Aştiyê û gelek welatî tevlî nobetê bûn. Di çalakiyê de Dayikên Aştiyê pêşmalkên li ser “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye” li xwe kirin. Di çalakiyê de gelek caran dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Bijî berxwedana zindanan” hatin berzkirin.

Di çalakiyê de Dayika Aşityê Meryem Erbey anî ziman ku ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd divê demildest deriyên Îmraliyê bên vekirin û got pêwîst e bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin dest pê bikin. Erbey da zanîn ku ew xwedî li grevên birçîbûnê yên li girtîgehan tên domandin derdikevin û dan zanîn ku daxwazên girtiyan di heman demê de daxwazên wan in jî. Erbey bi bîr xist ku ew ê heya deriyên Îmraliyê werin vekirin dê çalakiya xwe bidomînin.

‘DIVÊ TECRÎD DAWÎ BE’

Piştre Parlamenterê DEM Partiyê yê Mêrsînê Alî Bozan axivî. Bozan destnîşan kir ku tevahî pirsgirêkên li welat tên jiyîn, girêdayî tecrîda li Îmraliyê tê sepandin e û desthilatê vexwend pêvajoya diyalogê ya sala 2015’an. Bozan axaftina xwe wiha domand: “Tecrîd bandora xwe ser 84 milyon welatiyan dike. Bi qasî ku tecrîda li Îmraliyê dom dike, neçareserkirina pirsgirêka Kurd jî didome; bi qasî ku neçareserkirina pirsgirêka Kurd didome, li Tirkiye û Rojhilata Navîn jî pevçûm berdewam dike. Heke li welatekê pevçûn û krîz hebe, di wî welatî de aramî û pêşketin çênabe. Ji ber vê yekê divê tecrîd bi dawî bibe.”

Piştî axaftinan Dayikên Aştiyê û dehan kes li pêşiya avahiyê komeleyê daxuyaniya çapemeniyê dan. Bozan di bin dorpêça polîsan de daxuyanî da û ji bo tecrîda li Îmraliyê dawî bikin, bang li rayedaran kir.

ŞITIL DANÎN

Piştî daxuyaniyê, Dayikên Aştiyê bi boneya rojbûna Rêberê Gelê KurdAbdullah Ocalan li Parka Yilmaz Guney a li navçeya Akdenîzê şitilên daran danîn. Çalakî piştî danîna şitilan, bi dawî bû.