Nobeta Edalet û Azadiyê didome: Cesaret wê bide qezeçkirin!
Çalakiya nobetê ya bi şiyara “Edalet û azadiyê dixwazin” ya ku li Edliyeya Çaglayanê hatî destpêkirin, ya 3’emîn hate lidarxisin. Di axaftinên ku di çalakiyê de hate kirin diyar kir ku AKP şer dixwaze lê em dev ji têkoşîna xwe bernadin.
ANF
STENBOL
sêşem, 25 kewçêrê 2016, 14:55
Platforma şaxên ÎHD, TÎHV, ÎTO, KESK, ÇGD û DÎSK Basin-Îş ên Stenbolê di nobeta "Edalet û Azadiyê" de li ber Edliya Stenbolê kom bûn. Di çalakiyê de Seroka Giştî ya TÎHV'ê Şebnem Korur Fîncanci axivî û diyar kir ku ger ew îro tênekoşin û di vê nobetê re bi hev re nebin wê nikaribin sibe li cem hev rawestin.
Platforma şaxên Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD), Weqfa Mafê mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV), Odeya Tabîba ya Stenbolê (ÎTO), Konfederasyona Sendîkaya Karkerên Cemaweriyê (KESK), Komeleya Rojnamegerên Hemdem (ÇGD) û DÎSK Basin-Îş, li Çaglayanê di nobeta "Edalet û Azadiyê" de li ber Edliya Stenbolê kom bûn. Xebatkarên TV10, Ozgur Radyo, Ozgur Gundem, SES, Seroka Giştî ya TÎHV'ê Şebnem Korur Fîncanci û gelek welatî tevlî çalakiyê bûn. Li vir Şebnem Korur Fîncanci axaftinek kir û diyar kir ku li Tirkiyeyê di her qadê de kesên kedê didin rastî zextan tên.
KESKÎN: EM CESARETA XWE WINDA NAKIN
Gerînendeya Weşanê ya Giştî ya berê ya Ozgur Gundemê Eren Keskîn, da zanîn ku ew di çalakiya ku du tiştên li vî welatî tunene azadî û edaletê de ne û wiha got: "Şûna rojnamefer nûçeyan çêkin li korîdorên edliyayan digerin. Mixabin hikûmet şer dixwaze. Ji ber vê daxwaza hikûmetê herî zêde em aliyên muxalif zirarê dibînin. Lê wêrekî hemû tiştan bi mirov dide qezenc kirine ji ber wê em ê tu caran wêrekiya xwe winda nekin."
ASLAN: LI DIJÎ YEK MÊRIYÊ TÊKOŞÎNÊ DEWAM BIKIN
Edîtorê JIYAN TV Îbrahîm Aslan bi lêv kir ku ji ber ku wan programên çandê yên bi zimanê Kirmançî ya ku di nava lîsteya UNESCO'yê de di nava zimanên winda de cih digire weşandine televîzyona wan hatiye girtin û ji bo ew bibin dengê hemû kesî wê li her qadê bin.
Endama Rêveberiya Odeya Tabîban a Stenbolê Încîlay Erdogan bi lêv kir ku li vî welatî ligel hemû tiştan aliyên ku bêdeng namînin hene.
FINCANCI: EM Ê MIL BI MIL BIN
Seroka Giştî ya TÎHV'ê Şebnem Korur Fîncanci wiha got: "Ji bo azadiya wergirtina nûçeyan, ji bo kedkarên çapemeniyê bi azad nûçeyan çêbikin û ji bo azadiya çapemeniyê divê em dest bidin hevdu. Ger em îro tênekoşin û di vê nobetê re bi hev re nebin em ê nikaribin sibe li cem hev rawestin."
Endamê rêveberiya TV10 Velî Kuçukşahîn jî wiha axivî: "Em her roja Şemiyê li qada Galatasarayê li dijî biryara girtinê çalakiyê li dardixin. Em bang li her kesî dikin ku piştgiriyê bidin me."ü