Nobeta Azadiya ji bo Ocalan ji aliyê jinan ve tê meşandin
Nobeta Azadiya ji bo Ocalan ji aliyê jinan ve tê meşandin
Nobeta Azadiya ji bo Ocalan ji aliyê jinan ve tê meşandin
Li bajarê Strasbourg a Fransayê çalakiya ‘Ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re Azadî’ ji aliyê jinên ku ji Elmanyayê hatin ve dewr hat girtin.
Çalakiya du di 25’ê Hezîrana 2012’an de ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyê siyasî li ber Konseya Ewropayê destpê kir didome. çalakiya ku ket hefteya 128’emîn jinên endamên Tevgera Jinana Kurd Ewropayê ya ji Elmanyayê hatin Ayten, Nafiye, Ayşe û Tevratê dewr girt.
Jinên tevlî çalakiyê bûn diyar kirin ku ew ji bo azadiya Ocalan û girtiyên siyasî tevlî çalakiyê bûne. Jinan broşurên ku Ocalan didin nasîn belav kirin û di çarçoveya kampanyaya dihat meşandin de îmze berhev kirin.
Jinan der barê komkujiyên Rojava, Şengal û Kobanê de agahdarî kir û berxwedana Kobanê silav kirin.
Jinan da zanîn ku çalakiya wan rastî 36’emîn salvegera damezrandina PKK’ê hatiye, ji bo wan gelekî girînge û gotin: “Em asta jinên Kurd ku niha lê ye deyndarî Rêber Apone û heta Rêber Apo azad nebe em ê têkoşîna xwe berdewam bikin."
Endamên komê banga xwedîderketina li çalakiya Nobeta ji bo Azadiya Ocalan kirin.
EV ÇALAKIYA HERÎ DIRÊJ E
Çalakiya ku ji 25’ê Hezîrana 2012’an destpê kiriye heta niha 7 rojê hefteyê saet ji 07.30 heta 17.00’an berdewam kiriye.
Di 126 hefteyan de heta niha 235 hezar belavok û 38 hezar bruşorên ku biyografiya Ocalan vedibêjin hatin belavkirin.
Her wiha 35 hezar pirtûk û 13 bruşorên der barê komkujiya Parîsê de hatine belavkirin. Her wiha 20 hezar û 800 îmze hatine berhevkirin.