Nobedarên vê hefteyê Kurdistaniyên ji Ûlmê ne

Çalakiya nobedê ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê lidarxistin, di hefteya 265. de ye.

Nobeda "Azadî ji Ocalan re", li ber avahiya Konseya Ewropayê ya li bajarê Strasboûrg ê Fransayê dewam dike. Nobedarên vê hefteyê, Kurdistaniyên ji bajarê Ûlm ê Elmanyayê ne.

Hevseroka Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Ûlmê Resmiya Kaçan û Kurdistaniyên bi navê Hemîda Omer û Dijwar Omer, vê hefteyê çalakiyê didomînin.

Çalakger ji danê sibehê heta êvarê, li pêşberî avahiya Konseya Ewropayê nobedê digirin.

Resmiya Kaçan ku tevî du zarokên xwe tevlî çalakiya nobedê bûye anî ziman, ku ji bo azadiya Ocalan divê ew çalakiyên xwe zêde bikin. Kaçan bang li welatên Ewropayê jî kir, ku bi erk û berpirsyariya xwe rabin.