Nobedarên vê hefteyê koma ji Rennesê ye

Çalakiya nobedê ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ber avahiya Konseya Ewropayê tê lidarxistin dewam dike. Nobedarên vê hefteyê 5 kesên ji bajarê Rennes ê Fransayê ne.

Çalakiya nobedê ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Strasboûrg ê Fransayê tê girtin, di hefteya 329'an de ye.

Nobedarên vê hefteyê Kurdistaniyên bi navê Gazî Karakoçan, Şehmûs Amed, Adem Çetînkaya, Hasan Xinis û Mûrat Xinis ên ji bajarê Rennes ê Fransayê ne. Di çarçoveya çalakiyê de doh bi sedan belavok hatin belavkirin.

'ÊŞKENCEYA LI RÊBERÊ ME TÊ KIRIN NE YA QEBÛLKIRINÊ YE'

Çalakgeran bi parlamenterên Konseya Ewropayê re hin hevdîtin kirin û bal kişandin ser tecrîda giran ku 20 sal in dewam dike û van du salên dawî gelekî giran bûye. Çalakgeran ji endamên Konseya Ewropayê xwestin ku vê êşkenceya bi rêk û pêk jinedîtî ve neyên û gotin, "Ne pêkane ku em vê êşkenceyê qebûl bikin."

Çalakgeran zilma ku li Ocalan û gelê Kurd tê kirin bi tundî rexne kirin û gotin, ji bo xatirê nirxên demokratîk divê xwedî li gelê Kurd bê derketin.

Doh jî li qada çalakiya nobedê, li dijî komploya 9'ê Cotmehê çalakiyek hatibû lidarxistin û biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) bi tundî hatibû şermezarkirin.