Nobedarên vê hefteyê koma ji Kîelê ye
Nobeda "Azadî ji Ocalan re" ku ketiye sala xwe ya 7'an, vê hefteyê ji aliyê 4 welatparêzên Kurd tê girtin ku ji bajarê Kîel ê Elmanyayê hatiye.
Nobeda "Azadî ji Ocalan re" ku ketiye sala xwe ya 7'an, vê hefteyê ji aliyê 4 welatparêzên Kurd tê girtin ku ji bajarê Kîel ê Elmanyayê hatiye.
Nobeda ku li bajarê Strasboûrg ê Fransayê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd tê girtin, di hefteya 315'an de ye. Kurdistaniyên ji bajarê Kîel ê Elmanyayê hatin Yucel Akçîçek, Mahmût Haç, Şêxmûs Mûstefa û Egîd Şahîn Efrîn roja Yekşemê nobeda dewr girtin.
Bi navê komê daxuyaniyek hate dayin û işaret bi girîngiya çalakiyê hate kirin ku ketiye sala 7'an. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku xwedîderketina li Ocalan xwedîderketina li Kurdistanê ye û ev nobeda demdirêj çalakiyeke dîrokî ye.
Komê diyar kir ku gelê Kurd dixwaze Ocalan azad bibe û dan xuyakirin ku heta bigihêjin armanca xwe wê çalakiya xwe bidomînin. Di daxuyaniyê de her wiha hate xwestin ku tavilê hevdîtin bi Ocalan re bê kirin.
Nobeda 'Azadî ji Ocalan re' ku 25'ê Hezîrana 2012'an dest pê kir, hefteya bihurî 6 sal li dû xwe hiştibû. Bi wesîleya salvegerê, hevserokên saziyên Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) 5 rojan bûbûn nobedar. Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal jî tevlî çalakiyê bûbû. Nûnerên partî û saziyên gelên Suryanî û Tirk, parlamenterê Îzmîrê yê HDP'yî Ertûgrûl Kurkçu û parlamenterên Parlamenta Başûrê Kurdistanê Şêrko Hemo Emîn ê ji Tevgera Goran û Salar Mohammed ê ji YNK'ê destek dabûn çalakiyê.
Tevî hevserokên pêkhateyên KCDK-E, endamên PYD'ê jî hefteya bihurî nobed girtibûn.