Nobedarên vê hefteyê koma ji Kasselê ye

Nobeda 'Azadî ji Ocalan re' ku li ber avahiya Konseya Ewropayê pêk tê vê hefteyê ji aliyê koma ji bajarê Kasselê yê Elmanyayê tê domandin.

Nobeda li bajarê Strasbourgê yê Fransayê ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk tê di hefteya 372'an de ye. Nobedarên vê hefteyê çar kesên ji bajarê Kasselê yê Elmanyayê ne.

Di nava komê de Rozerîn Kaçer, Sîlva Cemal Kobanê, Seroxan Akad û Bedran Kobanê hene.

Seroxan Akad bi navê komê axivî û diyar kir ku gelê Kurd wê ti carî Ocalan bi tenê nehêle. Berdevkê komê bi bîr xist ku Ocalan pêşengê têkoşîna gelê Kurd a rizgariya ji esaretê ye û destnîşan kir, di nava her şert û mercî de wê Ocalan azad bibe. 

Berdevkê komê bang li Kurdên li Ewropayê kir ku tevlî 'Nobeda Azadiyê' bibin.

'Nobeda azadî ji Ocalan re' 25'ê Hezîrana 2012'an dest pê kir û heta niha bi rengekî bênavber didome.