Nobedarên vê hefteyê koma ji Dûîsbûrgê ye

Nobeda azadiyê ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ber Konseya Ewropayê pêk tê, di hefteya 417'an de ye.

Çalakiya 'Nobeda azadî ji Ocalan re' ku hefteya derbasbûyî 8 sal li pey xwe hişt, bi biryardarî didome. Heman hefteyê rêveberên saziyên Kurdan ên li Ewropayê ji bo azadiya Ocalan nobed girtibûn.

Nobedarên vê hefteyê jî komek ji çar kesan a ji bajarê Dûîsbûrg ê Elmanyayê ye. Kom ji Kurdistaniyên bi navê Dirêj Semsûr, Karaman Çelîkay, Mehmet Akyol û Mahmût Demîr pêk tê.

Bi navê komê daxuyaniyek hate dayin û hate destnîşankirin ku çalakî bi baweriya bi azadiya Ocalan di sala 9'an de jî bi biryardarî didome. Endamên komê bang li welatparêzên Kurd ên li Ewropayê kirin û gotin, "Divê em xwedî li têkoşîna xwe, li şehîdan û Rêber Apo derkevin."

Nobeda 'Azadî ji Ocalan re' 25'ê Hezîrana 2012'an dest pê kir û li qada li pêşberî Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê, Parlamenta Ewropayê, Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Konseya Ewropayê pêk tê.