Nobedarên vê hefteyê hunermendên TEV-ÇAND'ê ne

Çalakiya 'Nobeda Azadiyê', ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Strasboûrgê tê lidarxistin, vê hefteyê ji aliyê hunermendên TEV-ÇAND'ê ve tê meşandin.

Çalakiya 'Nobeda Azadiyê' ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Strasboûrgê yê Fransayê li pêşiya avahiya Konseya Ewropayê tê lidarxistin, di hefteya 430'î de ye. Nobedarên vê hefteyê endamên TEV-ÇAND'ê hunermend Seyîdxan, Narîxan Hezax, Reber Serhat û Zarîfe Zerîn in.

Hozan Seyîdxan bi navê hunermendên çalakger axivî û diyar kir ku gelê Kurd di pêvajoyeke gelekî girîng de ye û bal kişand ser şert û mercên giran ên tecrîda 21 salan a li Îmraliyê. Hozan Seyîdxan ragihand, polîtîkaya faşîst a tecrîdê ne tenê li girtîgehan, her wiha li tevahiya Kurdistanê tê meşandin.

Hozan Seyîdxan bi bîr xist ku di serî de Ewropa saziyên navneteweyî li pêşberî vê polîtîkayê bêdeng in û anî ziman, li dijî vê yekê gelê Kurd 9 sal in li pêşiya avahiya Konseya Ewropayê nobedê digire. 

Seyîdxan ji bo daxuyaniya çapemeniyê ya îro têklidarî tecrîdê li Strasboûrgê bê dayin banga tevlîbûnê li her kesî kir û xwest, kes li pêşberî polîtîkayên faşîst bêdeng nemîne. Hunermend Seyîdxan bal kişand ser girîngiya kombûna li hev a gelê Kurd û dostên gelê Kurd li dijî komkujiyên ku AKP dike û destnîşan kir ku divê helwesteke hevpar bê nîşandan.

Nobeda ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji 25'ê Hezîrana 2012'an ve pêk tê.