Nobedarên vê hefteyê endamên Tevgera Jinên Kurd e
Nobeda ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Öcalan li ber avahiya Konseya Ewropayê tê girtin didome. Nobedarên vê hefteyê endamên Tevgera Jinên Kurd e.
Nobeda ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Öcalan li ber avahiya Konseya Ewropayê tê girtin didome. Nobedarên vê hefteyê endamên Tevgera Jinên Kurd e.
Nobeda "Azadî ji Öcalan re" ku Hezîrana 2012'an li ber avahiya Konseya Ewropayê ya li bajarê Strasbourg ê Fransayê dest pê kir, di hefteya 301'ê de ye. Nobedarên vê hefteyê jin in.
Çalakî hefteyê heft rojan ji serê sibehê heta êvarê dewam dike. Jinên ku di nava Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) de li bajarê Düsseldorf ê Elmanyayê dixebitin nobeda vê hefteyê dewr girtin. Di nava koma nû de Fatma Özer, Cewahir Şahin, Yıldız Aydeniz û Fatma İlhanlı cih digirin.
Berdevka komê Fatma Özer li ser nobedê axivî ku 6 sal in dwam dike û işaret bi girîngiya azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Öcalan kir. Özer destnîşan kir ku divê jin hemû ji bo azadiya Öcalan rabin ser piyan û bang li jinan kir ku tevlî çalakiyên ji bo Efrînê bibin.
Çalakger wê heta roja Yekşemê pirtûk û belavokên li ser jiyan û nêrînên Öcalan belav bikin.
Nobeda "Azadî ji Öcalan re" roja 25'ê Hezîrana 2012'an dest pê kir û heta niha bi hezaran kesî 301 hefteyan nobed girtin. Hunermend, nûnerên saziyên Kurdan, rojnamevan û Ewropiyên dostên Kurdan jî tevlî çalakiyê bûn û destek dan.
Jinên endamên TJK-E jî mehê herî kêm carekê nobedê dewr digirin û tevlî hewldana ji bo azadiya Öcalan dibin.