Nobeda pêkhateyên KCDK-E ya ji bo Ocalan du roj li pey xwe hişt

Nobeda ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ku vê hefteyê hevserokên pêkhateyên KCDK-E digirin, du roj li pey xwe hişt.

Çalakiya nobedê ya ji bo azadiya Ocalan ku li bajarê Strasbourg ê Fransayê ev 6 sal in bê navber tê lidarxistin, di hefteya 314'an de ji aliyê endamên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Dersim Alalî, Yûssif Alzîn, Ehmed Behrî û Abed Al Rahîm ve dewr hate girtin.

PYD'iyan destnÎşan kirin ku heta azadiya Ocalan wê çalakiyên xwe bidomînin.

Pêkhateyên Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) jî bi wesîleya sala 6'an ji doh ve li qada çalakiyê ne.

Hevserokên pêkhateyên KCDK-E daxuyaniyek dan çapemeniyê û diyar kirin ku wê hefteyekê tevlî çalakiyê bibin. Her wiha nûnerên gelÂe Suryanî û ji Başûrê Kurdistanê jî wekîlên YNK û Tevgera Goran tevlî çalakiyê bûne.

Çalakgeran îro semînerek organîze kirin û hilbijartinên 24'ê Hezîranê nirxandin.

Kurdistaniyên ji bajarên Freiburg, Kehl, Offenburg û Stuttgart ên Elmanyayê hatin, destek dan nobeda hevserokên pêkhateyên KCDK-E.

Endamên Parlamenta Başûrê Kurdistanê Şêrko Hemo Emîn (Goran) û Slaar Mûhamed (YNK) jî ku destekê didin çalakgeran, li Konseya Ewropayê hin hevdîtin kirin û bal kişandin ser rewşa Ocalan.

Sibe saet 11'an jî wê ji bo Ocalan civîneke çapemeniyê bê lidarxistin û hin parlamenterên Ewropî yên dostên Kurd jî wê tevlî bibin.

Hevserokên pêkhateyên KCDK-E û nûnerên gelên Suryanî û Tirk ên doh bi daxuyaniyeke çapemeniyê tevlî nobedê bûn ev in:

Fatoş Goksûngûr (KCDK-E)
Yuksel Koç (KCDK-E)
Ji Parlamenta Başûrê Kurdistanê Şêrko Hemo Emîn (Goran) û Salar Mûhamed (YNK)
Yakup Nuhomo (ESU-Yekîtiya Suryaniyan li Ewropayê)
Nazli Tûran (TJK-E)
Tûncay Yilmaz (Yek ji nûnerên SYKP'ê yê li Ewropayê)
Tahir Koçer (Hevserokê NAV-DEM'ê)
Cûma Alak (Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Kurdên li Swîsreyê)
Gulay Tolû (AvEG-KON)
Dersim El Alî (PYD)
Îmam Canpolat (Endamê Koma Aştiyê ku sala 1999'an ji Ewropayê çû Tirkiyeyê)
Alî Saçik (NAV-YEK)
Ahmet Remo (KOMA)
Mele Salih (CÎK)
Mûrat Ceylan, (Dîwana Hevserokatiyê ya KCDK-E)
Hevserokên Navendên Civaka Demokratîk ên Kurd li Strasburg, Stuttgart, Heilbronn, Esslingen, Ludwigsburg, Dortmund û Giessenê.