Nobeda Azadiyê di hefteya 377'an de ye

Çalakiya nobedê ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ber avahiya Konseya Ewropayê pêk tê di hefteya 377'an de ye.

Nobedarên vê hefteyê komek ji ciwanên Kurd ên ji bajarê Strasbourgê yê Fransayê ye.

Ciwanên Kurd Pelda, Emrah û Erhan der barê jiyan û têkoşîna Ocalan de belavok belav dikin. Di nobedê de her wiha raya giştî der barê Tevgera Azadiyê ya Kurd de tê agahdarkirin.

Nobeda 'Azadî ji Ocalan re' ku di 25'ê Hezîrana 2012'an de dest pê kir, ji hingî ve her hefte ji aliyê komekê ve tê meşandin. Endamên Tevgera Jinên Kurd mehê herî kêm carekê dibin nobedar. Heta niha bi sed hezaran kesî re têkilî hatiye danîn û der barê tevgera azadiyê û têkoşîna Ocalan de hatine agahdarkirin.

Her wiha zêdeyî 2 hezar kes heta niha tevlî çalakiya nobedê bûne.