Nîzamettîn Toguç serbest hat berdan
Parlamenterê DEP’a hatiye girtin Nîzamettîn Toguç ê ku piştî 21 salan vegeriya Tirkiyeyê. Toguç ku li Balafirgeha Esenboga ya Enqereyê hate binçavkirin, piştî dozgeriyê îfadeya wî girt serbest hat berdan.
Parlamenterê DEP’a hatiye girtin Nîzamettîn Toguç ê ku piştî 21 salan vegeriya Tirkiyeyê. Toguç ku li Balafirgeha Esenboga ya Enqereyê hate binçavkirin, piştî dozgeriyê îfadeya wî girt serbest hat berdan.
Parlamenterê DEP’a hatiye girtin Nîzamettîn Toguç ê ku piştî 21 salan vegeriya Tirkiyeyê. Toguç ku li Balafirgeha Esenboga ya Enqereyê hate binçavkirin, piştî dozgeriyê îfadeya wî girt serbest hat berdan. Toguç ku piştî demeke dirêj li welatê xwe vegeriya, da zanîn ew gelekî kêfxweş e.
Piştî derbeya dewleta Tirk roja 2'yê Adara 1994’ê li hemberî partiya Kurdan DEP’ê pêk anî, parlamenterê DEP’ê Nîzamettîn Toguç neçar ma biçe Ewropayê. Piştî 21 salan careke din vegeriya Tirkiyeyê. Piştî hate binçavkirin serbest hate berdan.
Toguç di saetên danê nîvro de ji Elmanya ber bi Tirkiyeyê ve bi rê ket û li Balafirgeha Esenboga ya Enqere ji aliyê ji parêzerên DEP’ê Yusuf Alataş, Parlamenterê berê yê DEP'ê Selîm Sadak û malbata wî ve hate pêşwazîkirin. Toguç piştre hate binçavkirin.
Piştî kontrola tenduristiyê veguhestin Edliyeya Enqereyê û Dadgeha 8'emîn a Cezayê Giran a Enqereyê îfadeya wî girt. Piştî îfadeya wî hate girtin, serbest hat berdan.
Piştî serbest hate berdan, li ber edliyeyê daxuyaniyek kurt da û diyar kir ku ji ber piştî demeke dirêj vegeriya welatê xwe gelek kêfxweş e.
Toguç binçavkirin rexne kir û got: “Em weke endamên KNK'ê hatin. Destûr nadin em destûrê bidin” û da zanîn ku ew têkoşîna xwe ji cihê ku lê maye berdewam bike. Toguç got: “Ger hikûmet tişta pêwîst bike, wê ji xwe pêwîstî bi çekan nemîne.”
Toguçê ku li benda biencambûna dozê ye got: “Me tenê siyaset kir.”
Beriya Toguç parlamenterê berê yê DEP’ê Alî Yîgît 14ê nîsanê vegeriya Tirkiyeyê, hate binçavkirin, piştî îfadeya wî hate girtin, serbest hatibû berdan.