Nivîskarên şeva xwe li ser sînor derbas kirin dest bi çalakiyê kir

Nivîskarên şeva xwe li ser sînor derbas kirin dest bi çalakiyê kir

Endamên Komeleya Nivîskarên Kurd a Amedê ku ji bo balê bikişînin ser girtina deriyên sînor ên di navbera Bakur û Rojavayê Kurdistanê de duh xwestin derbasî Rojavayê Kurdistanê bibin, ji ber astengiyan nekarîn derbas bibin. Nivîskarên ku li benda bersiva Wezareta Karên Hundir man şeva xwe li ser sînor derbas kirin û serê sibehê jî kursî danîn ber sînor dest bi çalakiya nivîsandinê kirin.

 Heyetek ji Komeleya Nivîskarên Kurd a Amedê, ji bo ku balê bikişîne ser girtina deriyên sînor ên navbera Bakur û Rojavayê Kurdistanê de, her wiha rewşa gelê Rojava ji nêz ve bişopîne, duh di saetên serê sibehê de çûn bajaroka Dirbêsiyê ya girêdayî navçeya Qoserê ya Mêrdînê. Nivîskarên Kurd ji vir jî hatin Deriyê Sînor ê Dirbêsiya (Şenyurt) Bakûr e û xwestin derbasî Dirbêsiya Binxetê bibin. Lê leşkerên li vir gotin ku Walîtiya Mêrdinê derbarê mijarê de tu ferman nedane wan, lewre destura derbasbûnê nedan.

 Li ser vê yekê ji bo derbasbûna heyetê serî li Wezareta Karên Hundirîn a Tirkiyê hate dayîn. Heyet jî li ser sînor li benda bersiva wezaretê ma, lê bersiv nehat û rayedarên sînor jî bi hinceta ku fermanek ji wan nehatiye destûr neda.

 Nivîskarên ku şeva xwe li ber deriyê sînor derbas kirin, di saetên serê sibehê de jî, li ser bersivnedayînê bi armanca nerazîbûnê kursî û mase danîn ber deriyê sînor û dest bi çalakiya nivîsandinê kirin.

Hate hînbûn çalakî didome..