Nivîskarên Asûrî-Suryanî: Divê Tirkiye dawî li înkara qirkirinê bîne
Nivîskarê Asûrî-Suryanî yên li Swêdê dijîn destnîşan kirin ku ji ber Tirkiye 100 sal in polîtîkaya înkarê didomîne, pirsgirêk tevlîhevtir bûye.
Nivîskarê Asûrî-Suryanî yên li Swêdê dijîn destnîşan kirin ku ji ber Tirkiye 100 sal in polîtîkaya înkarê didomîne, pirsgirêk tevlîhevtir bûye.
Nivîskarên Asûrî-Suryanî yên li Swêdê dijîn û me têkildarî 100. salvegera qirkirinê de serî li nêrînên wan dan, diyar kirin ku ji ber Tirkiye ev 100 sal e polîtîkaya înkarê didomîne, pirsgirêk tevlîhevtir bûye û hat destnîşankirin ku divê birîn bên kewandin û lihevkirin bê kirin, dewleta Tirk qirkirinê qebûl bike.
Nivîskar Yusuf Dîkmen got ku divê rastî bên qebûlkirin û wiha pê de çû: “Lê yên Tirkiyeyê bi rê ve dibin, rastiyan qebûl nakin. Tevî ku di ser de 100 sal derbas bûye jî, êşên me hîna teze ne. Erdogan li şûna ku empatiyê nîşanî êşên me bide, polîtîkaya înkarê dimeşîne. Ew bi xwe jî dizane ku ev qirkirin e. Kal, pir û apê min hatin kuştin. Kî hinek lêkolîn bike, wê bizane ku qirkirina Ermenî, Asûrî û Pontus Rûman pêk hatiye. Lê rastiyan ji gel vedişêrin. Em bi kesên ku ev kirine, bawer nakin.”
Dîkmen da zanîn ku ew ne li bendê ne ku dewleta Tirk û AKP qirkirinê qebûl bike û got: “Em dipên ku hemû demokratên Tirkiyeyê ji raya giştî ya cîhan û Tirkiyeyê re vê aşkera bikin. Hêvîdar im rastî rojekê derkevin holê û wê gelê Tirk vê zanibe.”
DEWLETA TIRK NEKARE PIŞTGUH BIKE
Nivîskar Besîm Aydim jî got: “Erdogan û dewleta Tirk ev 100 sal e hewl dide qirkirinê veşêre. Dewleta Tirk nekare komkujiyê veşêre. Çiqas zû qebûl bikin, wê ji bo wan baştir be. Em jî, ew jî wê rehetir bin. Ew wê ji sûcdariya qirkirinê rizgar bibin û agirê dilê me jî kêm be jî wê bitemire. Divê gelê Tirk, lêkolînan bike û zextan li dewletê bikin. Ger gelê Tirk vê neke, wê bibin hevkarên sûc.”
Nivîskar Sabrî Yildiz destnîşan kir ku li cîhanê gelek entelektuel û dîroknas qirkirinê qebûl dikin û got: “Divê Tirkiye jî vê qebûl bike. Me dipa ku di sala 100. de Erdogan û Davutoglu qirkirinê qebûl bike. Ev polîtîkaya înkarê wê heta kengê bidome.”
BERPIRS NE GELÊ TIRK E
Yildiz wiha pêdewam kir: “Ji bo êş û qirkirinên din neyên jiyîn ev pêwist e. Tirkiye çima Elmanyayê mînak nagire. Elmanyayê jî Yahûdî qirkirin. Lê qebûl kirin. Divê Tirkiye jî heman helwestê bigire. Gelê Tirk ne berpirsê qirkirinê ye. Berpirs dewlete. Hêvîdar im dewlet vê qebûl bike.”
DIVÊ ÊDÎ EV NÎQAŞ BIQEDIN
Nivîskar- rojnameger Augîn Kurt Hanînke jî bi lêv kir ku divê dewleta Tirk jî wek Elmanan pirsgirêkê çareser bike û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Divê êdî ev nîqaş bi dawî bin. Lê Erdogan û hikûmeta Tirk polîtîkaya xwe didomîne. Em wek neviyên meqdulan wê heta dawiyê hewldanên xwe bidomînin. Qebûlkirian qirkirinê, wê pêşî li qirkirinên nû bigire. Domandina polîtîkaya înkarê, tê wateya berdewamkirina qirkirinê. Divê dewleta Tirk qirkirinê qebûl bike, lêborînê bixwaze û tazmînatê bide. Divê dewleta Tirk bi paşeroja xwe re bê rû hev û hesab bide.”
KALÊ MIN RIZGAR BÛ LÊ BIRAYÊN WÎ QETIL KIRIN
Nivîskar Fehmî Bargello jî da zanîn ku ew li dijî ti gelî nefretê nakin û got: “Ger Kurd, Mihallemî nebin em venagerin Midyatê. Em naçin serdana wan deran. Ev gel bi hezaran salan e bi hev re dijîn. Lê em rastî qirkirinê hatin, em mexdûr bûn. Kalê min li cem Iwardo bi cih bû, xilas bû. Lê xwişk û birayên wî ji kokê hatin paqijkirin.
BILA HEMÛ ARŞÎV BÊN VEKIRIN
Nivîskar-lêkolîner Hanna-Beth Sawoce jî bang li dewleta Tirk û di serî de jî li fermandariya Giştî kir ku, arşîvên Îttîhat û Teraqqî, Teşkîlat-i Mahsusa û Mustafa Kemal bên lêkolînkirin û ji raya giştî re bên aşkerakirin.