Nivîskar Solgûn: Pêwîst e Wezîrê Karên Hundir tavilê îstîfa bike
Nivîskar Cafer Solgûn ê têkildarî êrîşa bombeyî ya li hember Mîtînga Aştiyê ya li Enqereyê axivî, got ku pêwîst e tavilê Wezîrê Karên Hundir û saziyên pêwendîdar îstîfa bikin.
Nivîskar Cafer Solgûn ê têkildarî êrîşa bombeyî ya li hember Mîtînga Aştiyê ya li Enqereyê axivî, got ku pêwîst e tavilê Wezîrê Karên Hundir û saziyên pêwendîdar îstîfa bikin.
Nivîskar Cafer Solgûn ê têkildarî êrîşa bombeyî ya li hember Mîtînga Aştiyê ya li Enqereyê axivî, got ku pêwîst e tavilê Wezîrê Karên Hundir û saziyên pêwendîdar îstîfa bikin.
Nivîskar Cafer Solgûn ê li hember rayedarên hikûmetê ku têkildarî komkujiya li Enqereyê gotin, ‘ti lewaziya ewlekariyê nîne’ nerazîbûn nîşanda ji ANF’ê re axivî. Solgûn anî ziman ku li welatekî demokratîk dema hovîtiyek wiha rû bide pêwîst e Wezîrê Karên Hundir îstîfa bike û got: “Saziyên îstixbaratê eger ji kesên ev komkujî organîzekirine ne xwedî agahî bin wê demê çi karî dikin?”
'KOMKUJIYEK NEMERDÎ, HOV E'
Hûn êrîşa li hember ‘Mîtînga Aştiyê” ya li Enqereyê çawa dinirxînin?
Komkujiyek nemerdî ye, hov e… Aktîvîteyek mijara xwe aştî ye, di nav xwînê de bimîne, wê pênasa vê komkujiya xeternak çawa çêbibe…
Em li bendê bûn ku PKK’e agirbestek yek alî îlan bike, lê teqemeniyek wiha di serê her kesî de pirs hiştin… Lê di hilbijartinên bihurî de, hikûmeta AKP’ê ‘Di daxwaza agirbestê de bi israr bû…
Dema em li bendê bûn ku KCK biryara agirbesta yek alî bigire, wezîrê koordînatorê yê pêvajoya çareseriyê rakir sarincê, Yalçin Akdogan daxuyaniyek wiha da: “Em li hember van têr in, zivistan nêz dibe ji ber vê taktîk e.” Erdogan jî di heman naverokê de daxuyaniyek da. Ji van helwestan tişta tê ditîn ev e ku dixwazin şer, pevçûn, operasyon ango mirin berdewam bikin. KCK’ê yek alî çek bêdeng kir, ev girîng e û ji bo aştiyek mayinde bê avakirin ji tevahî hêzên demokrasiyê re ji bo karibin baş binirxînin jî şansek, derfetek e…
'MIROV LI HEMBER EWQAS BÊ ŞERMÎYÊ TENÊ DIBÊJE ‘BES’'
Ger li welatekî demokratîk ji ber zeîftiya ewlehiyê komkujiyek wiha çêbiba, wê Wezîrê Karên Hundir îstîfa bikira?
Jixwe divê ku kesên berpirsiyariya siyasî ya bûyerê ser milên wan e, tavilê îstîfa bikin. Di serî de Wezîrê Karên Hundir û Midûrê Emniyeta Enqereyê. Lê wek çawa îstîfa nekirine jî, dikarin daxuyaniyên “tedbîrên pêwîst ên ewlehiyê hatin girtin” bînin zîman. Ewqasî bêrûtî, bêşermî, bêfedî bi rastî jî mirov li hember dibêje “bes”…
Di dîroka Tirkiyeyê de me komkujiyek herî mezin a sivîlan dît, der barê êrîşa li hember Mîtînga Aştiyê bi rastî jî agahiyên van saziyan tinebûn?
Ev rewş, di vê komkujiyê de hinek navendên dewletê yan yekser an jî neyekser bi pêkhatina vê komkujiyê re têkîldar in, ev tê bîra mirov. Ger saziyên îstîxbaratê yên dewletê der barê organîzatorên vê komkujiyê ti agahiyên xwe tinebe, ev çi karî dikin?
Mirov ji bo ‘aştiyê’ ji çar aliyên welêt çûn Enqereyê, lê ji canên xwe bûn… Wê çawa îzaha wê ji raya giştî ya Cîhanê re bikin?
Ez jî meraq dikim… Ger li paytexta Tirkiyeyê, Enqereyê komkujiyek wiha çêdibe, wê bi kîjan rûyî hewaya xwe ya “dewleta xurt” berdewam bikin?
Ji bo ev kaosa di nav welat de bi dawî bibe, divê rewşenbîr, akademîsyen û kesên pêşerojê dibînin, bêşa hişyar, divê di nav helwesteke çawa bin?
Ji kîjan tercîha siyasî yan jî îdeolojîk dibin bila bibin, pêvajoya em tê re derbas dibin divê kesên nirxên azadî û demokrasiyê diparêzin helwesta wan “dîsa aştî… dîsa dîsa aştî” be…
Kurdên bi daxwaza aştiyê hatin qetilkirin, gelo ji niha û pê ve, wê nikaribin êdî derkevin kolanan û bêjin ‘em aştiyê dixwazin'?
Ev komkujî, destpêkê ji bo Kurdan provokatîf e. Dixwazin bi vê çalakiyê, Kurdan bitirsînin, wan di hundirê wan de bigirin, morale wan xera bikin û têkoşîna wan, hêviya wan a aştiyê vala derxin, armanca wan ev e. Lê ez di wê baweriyê de me ku wê Kurd parastina mafê xwe jî û israrkirina aştiyê jî bidomînin.