Nêzîkatiya hukûmetê li pêvajoyê HPG'ê dixe nava fikaran
Nêzîkatiya hukûmetê li pêvajoyê HPG'ê dixe nava fikaran
Nêzîkatiya hukûmetê li pêvajoyê HPG'ê dixe nava fikaran
Komên gerîla yên ji Çewlik, Amed û Garzanê jî doh gihiştin Herêmên Parastinê yên Medyayê. Endamê Konseya Fermandaran a HPG'ê Bawer Dêrsim di civîna çapemeniyê ya ji bo komê de axivî û got, "Pênc meh in, mirinek rû nedaye. Eger tê xwestin gerîla meşa xwe ya vekişînê dewam bike, divê dewlet gavan biavêje."
Li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di Newroza li Amedê de hat xwendin, koma yekemîn a gerîla ya di 8'ê Gulanê de ji Bakurê Kurdistanê vekişiya, di 15'ê Gulanê de gihişt Herêmên Parastinê yên Medyayê. Pê re ji qada Botan û herêmên din gelek kom vekişiyan. Rayedarên HPG'ê di heman demê de diyar kirin ku, ji eyaletên cûda komên gerîla di nava tevgerê de ne. Yek ji wan komên gerîla jî duh gihaşt Herêmên Parastinê yên Medyayê. Komên ji eyaletên Çewlik, Amed û Garzanê hatin, bi civîneke çapemeniyê ya li çiyayên Metîna duh ji raya giştî re hatin ragihandin
KOMÊN JI ÇEWLIK, AMED Û GARZAN GIHAŞTIN DERVEYÎ SÎNOR
Li dû merasîma pêşwazîkirina komên gerîla yên ji Çewlik, Amed û Garzanê, civîneke çapemeniyê hate lidarxistin. Ji Fermandarên Biryargeha Navendî ya HPG'ê û Fermandara Biryargeha Navendî ya YJA-Starê Delal Amed û Endamê Konseya Fermandaran a HPG'ê Bawer Dêrsim bi Kurdî û Tirkî daxuyanî dan çapemeniyê. Bawer Dêrsim, peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li Newrozê hat xwendin bibîr xist û destnîşankirin ku, ji bo bûyerên çend mehên dawî diqewimin binirxînin, wan pêwistiya civîneke çapemeniyê ya bi vî rengî dîtine. Dêrsim, serbestberdana leşkerên dîl û gavên wan ji bo pêvajoyê heta niha avêtine yek bi yek anî ziman û got, "Di Newrozê de banga Rêberê me çê bû. Dûre di 25'ê Hezîranê de KCK'ê daxuyaniyek da. Bi vê daxuyaniyê re, me pêvajoya vekişînê ya HPG'ê eleqedar dike, plan kirin. Û ji Amed, Dêrsim, Botan, Garzan, Amanon û eyaletên din hemû hêzên me ketin ser rêya Herêmên Parastinê yên Medyayê. Hêzên me, ji texmînên me wêdetir bi lez tevgeriyan û beşeke mezin gihaşt Herêmên Parastinê yên Medyayê."
Ji Fermanarên Biryargeha Navendî ya HPG'ê û Fermandara Biryargeha Navendî ya YJA-Starê Delal Amed di civîna çapemeniyê de bi Kurdî axivî û diyar kir ku, dewleta Tirk di vê pêvajoyê de li gel çêkirina qereqol û bendavan, hejmara cerdevanan zêde dike. Amed anî ziman ku, ev helwest berovacî gihaya pêvajoyê ye û destnîşan kir ku, li gel van hemû helwestên neyînî weke HPG ewê hemû berpirsyariyên xwe bicih bînin. Amed ragihand ku ji bo serketina vê pêvajoyê barên dikevin ser milê dewletê û AKP'ê hene û diyar kir ku, divê dewlet tavilê dawî li liv û tevgera xwe ya leşkerî bîne. Amed destnîşan kir ku, li gel hemû astengiyan jî wan qonaxa duyemîn a pêvajoya ji aliyê Rêberê wan ve hatiye destpêkirin temam kirine û anî ziman ku ji bo qonaxa duyemîn jî divê guhertinên destûra bingehînîn û huqûqî tavilê destpê bikin.
JI BO PÊŞVEÇÛNA PÊVAJOYÊ, HUKÛMET BERPIRSYARIYÊN XWE BICIH NÎNE
Dêrsim ragihand ku, yekîneyê gerîla yên li Koçgirî û Derya Reş jî ji mewziyên xwe derketine û ketine ser rêya derveyî sînor û destnîşankirin ku Tevgera Azadiyê ya Kurd ji bo pêşveçûna pêvajoyê hemû wezîfe û berpirsyariyên xwe bi disîplîneke mezin bicih tîne. Dêrsim da xuyakirin ku, beramberî vê hukûmeta AKP'ê bi heman hestiyariyê tevnagere û gavên jê tê xwestin neavêje û got, "Tevî ku weke HPG me berpirsyariyên xwe yên ji bo vekişînê bicih anîn jî, çêkirina qereqolên nû dewam dikin. Dest ji rakirina pergala cerdevaniyê berdin, cerdevanên nû yên amadekirin. Yekîneyên şerê taybet ên mîna tevgera taybet, tîmên taybet, dewam dikin. Balafirên keşfê yên bê mirov, hîn bêtir li ser Herêmên Parastine yên Medyayê difirin. Balafirên şer ên artêşê ji nizm ve li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê difirin. Lê diviyabû, weke wezîfeya vê pêvajoyê, ev karênhan dewletê rawestandibûya. Di destpêka vê pêvajoyê de gotin "Bila çek bêdeng bibin, siyaset bi axive" lê peyama heta niha tê dayîn cûda ye."
Dêrsim da xuyakirin ku, AKP pêvajoyê giran dike û bi hesabên hilbijartinên sala 2014'an re li dû ranta siyasî ye û got, "Ev siyaset ne bi kêrî Tirkan ne jî bi kêrî Kurdan tê."
AKP PÊVAJOYÊ GIRAN DIMEŞÎNE
Dêrsim ragihand ku, ku bi vekişîna gerîla ji Bakurê Kurdistanê re qonaxa yekemîna pêvajoya çareseriya demokratîk temam bûye û destnîşan kir ku, ji bo ev pêvajo bimeşe divê dewlet herî kêm gavên xwedî niyeteke baş bi avêje. Dêrsim diyar kir ku beriyar her tiştî divê tecrîda veşartî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê rakirin û şert û mercên ew tê ye û li ber beşdariya wî ya li pêvajoyê asteng in, werin sererastkirin. Dêrsim gavên ji dewletê tên hêvîkirin weha anî ziman: "Girtiyên KCK'ê yên weke dîlan tên ragirtin werin berdan, qanûna hilbijartinan a berhema darbeya leşkerî ya 12'ê Îlonê ye bê rakirin, benda ji sedî 10'an a li pêşiya temsîliyeta vîna gel e were rakirin, qanûna têkoşîna li dijî terorê bê rakirin."
Dêrsim anî ziman ku di rewşeke berovacî de ti wateya vekişîna gerîla tineye û got, "Em ji helwesta hukûmeta AKP'ê ya giran a li pêşberî pêvajoyê, bi fikar in. Qelskirina rêveçûna pêvajoyê, wê astengiyên cûda bi xwe re bîne." Dêrsim destnîşan kir ku eger AKP di dema pêş de xwe neguherîne, wê pêvajo gelekî zehmet bimeşe.
Dêrsim bersiv da îddîayên ku çapemeniya Tirk dibêje gerîlayên HPG'ê gule li helîkoptereke artêşa Tirk reşandiye û diyar kir ku wan der heqê mijarê de lêpirsînek dane destpêkirin û got, "Helîkopterên artêşa Tirk, her tim li ser sînor hewl didin êrişî gerîla bikin. Em nizanin, ka ev yek bersivdayîna gerîla ya li êrişa li dijî xwe ye yan na."