Newroza Swîsreyê: Yên li ber xwe bidin ew ê bi ser bikevin

Deh hezar kesên ku di Newroza Swîsre de kombûyî, berxwedana serdemê silav kirin û peyam “Efrîn Kurdistan e, em ê li her derê li ber xwe bidin û bi ser bikevin” da.

Ji deh hezaran zêdetir kesên ku di saetên sibehê de ji hemû bajarên Swîsreyê hatin li Luzernê kombûyî Newroz pîroz kirin. Newroz li salona Luzern Messe bi şahiyek mezin hat pîrozkirin û bi dirûşmên bi yekdengî berxwedana Efrînê silav kirin. Di salona bi wêneyên şervanên li Efrînê şehîd ketî, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Öcalan, alayên YPG, YPJ hatî xemilandin de di tevaya rojê de dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “ Her der Efrîn e, her der berxwedan e”, “Bijî Newroz”, “PKK gel e, gel li vir e” hatin berz kirin.

Di Newroza ku hinek Partiyên Çep ên Sosyalîst ên Tirk û ji çar parçeyên Kurdistanê sazî û rêxistin tevil bûyî de, weke axaftvan jî Parlementerê HDP yê Şirnexê Faysal Sarıyıldız, Hevseroka Şaredariya Cizîrê Leyla Îmret û fûtbolvan Deniz Naki tevlê bûn.

Newroz piştî ji bo bîranîna kesên di Berxwedana Serdemê de jiyana xwe ji dest dayî de bi deqeyek rêz girtinê dest pê kir. Di tevaya rojê de bi yek dengî dirûşmên “Bijî berxwedana Efrînê” hatin berz kirin.

Di Newroza ku ji 7 heya 70 ji her beşî tevlêbûyî de, eleqeyek gelek mezin ji pêşandana ku tîma Leyîstokên Gelêrî yê Kurdistanê kirî re hat nîşandan.

MİNTAŞ: NEWROZ EFRÎN E

Axftina destpêka Newrozê ji aliyê Hevserokê NCDK-Swîsre Metin Mintaş ve hat kirin û wiha got; “Newroz ji bo gelê Kurd gelek girîng e, Newroz ji bo gelê Kurd tê wateya berxwedanê. Newroz berxwedan e, Newroz Efrîn e.”

SARIYILDIZ: BERXWEDANA ME YA BÊ HEMPA, QEHRÊ DIKE NAVA DIJMINAN

Destpêkê Parlamenterê Şirnexê yê HDP’ê Faysal Sarıyıldız Newroza gelê Kurdistanê pîroz kir û wiha axivî; “Îro Kurdistan, bi rûhê Newrozê li dijî Dehaqan li ber xwe dide. Gelê Kurdistanê bi salan e bi rûhê Newrozê li ber xwe dide û hemû polîtikayên desthilatdaran vale derxistiye. Berxwedaniya gelê me ya bê hempa qehir xistiye nava dijminên me. Gelê me tevî hemû komkujî, zext û êrîşan li her derê li ser lingan e û dibêje ‘Em ê serbikevin”.

‘YÊN BI RÛHÊ MAZLÛMAN, ÇIYAGERAN, TUNÇAN LI BER XWE DIDIN WÊ BI SER BIKEVIN’

Sarıyıldız qala berxwedana Efrînê jî kir û wiha got; “Îro dibe Efrîn dagirkirî be, lê bila ji bîr nekin; Gelê Efrînê bi rûhê Mezlûm a li girtîgeha Amedê, Mehmet Tunç ê li Cizîrê, Çiyager ê li Sûrê li ber xwe dide. Ti kes li pêşiya vê berxwedanê nikare bisekine.”

İMRET: EFRÎN YA EFRÎNIYAN E

Piştî Sarıyıldız Hevşaredara Cizîrê Leyla İmret got ku îro li Efrînê komkujiyên li Cîzîrê ddiome û wiha got; “Efrîn ya Efrîniyan e, bila hemû cîhan vêya baş bizanin. Bi rûhê berxwedanê wê dagirker ji wan xakan were derxistin.”

DENÎZ NAKÎ: EM TÊKOŞÎNA SEROK APO NE

Piştî İmret fûtbolvan Deniz Naki jî Newroza Kurdistaniyan pîroz kir û wiha got; “Em baş wateya Newroz û biharê dizanin. Newroz agir e, serhildan e, bihar e, dengê çiyayan e. Li vir ji bo hemû Kurdistan û bi taybet ji bo Efrînê bi agirê Newrozê silav ji wan re. Me hêza xwe ji ruhê Seyît Riza û Şêx Seîdan girtiye. Em bi vê ruhê serhildêr re nevîyên Kawayê Hesinkar in ku li dijî zaliman serî hildaye. Em zarokên agir in. Em duh hebûn, îro jî hene , em ê sibê jî hebin.”

Herî dawî li ser navê rêxistinên sosyalîst-çepgir ên Tirkiyeyê, PYD, KCDK-E axaftin hatin kirin û di axaftinan de Newroza gelê Kurd hate pîrozkirin û ji bo geşkirina berxwedana Efrînê bang hate kirin.

Piştî axaftinan Kawa Ûrmiye, Pinar Aydınlar, Koma Zelal û Mîkaîl Aslan derketin ser dikê bi stranên xwe coşa Kurdistaniyan bilindtir kir.