Newroz weke cejna hikumeta Moskowa hate pîroz kirin
Newroz weke cejna hikumeta Moskowa hate pîroz kirin
Newroz weke cejna hikumeta Moskowa hate pîroz kirin
Cejna Newrozê ji hêla hikûmeta Moskowayê wek cejna fermî hat pîroz kirin. Di cejna gelek erkendarên dewlet û siyasetmedar başdarbûyî de, li gel Kurdistaniyên ku li Rûsyayê jiyan dikin jî, çanda Kurda dan nasîn.
Duh Newroz di demjimêr 14.00’an de di pêşengiya hikûmeta Moskowayê de li Salona Konserê ‘‘Rossiya’’ cejna Newrozê bi awayekî fermî hat pîrozkirin. Pîrozbahî ji du beşan pêk hat. Di beşê yekê de zêdetirî 300 artîstên ji Rûsyayê û welatên Sowyetê berê cîh girtin. Di beşa duyemîn de kêmnetewên ku li Rûsyayê jiyan dikin bi pêşengê amûr û alavên çandî, kincên gelerî, xwarinên netewî çanda xwe bi mêvanên beşdarî cejnê bûne dan nasîn û bi mûzîk û folklorê xwe jî bala mêvanan kişandin ser xwe.
Di cejnê de çanda Kurdî ji aliyê Otonomiya Fedaral a Netewî û Çandî ya Kurdên Federasyona Rûsyayê ve hat pêşkêşkirin, di bernamê de Koma Nûjîn a folklorê, Operabêjê ciwan Mîrzaaxa, dueta repbêj Lil neGGa û dengbêj Rozerîn û kemanvanê ciwan ye Kurd Yûrî Davoyan bi sitran û mûzîka xwe çanda Kurda dan nasîn.
Cejna Newrozê di sala 2006’an de ji hêla hikûmeta Moskowayê ve wek cejna bajarê Moskowayê hat îlankirin ji rojê şûn ve cejna Newrozê bi organîzasyone mezin tê pîrokirin.