Newroz li Sydneyê hate pîrozkirin
Kurdistaniyên li Sydneyê Newroz pîroz kirin û berxwedana Efrînê silav kirin.
Kurdistaniyên li Sydneyê Newroz pîroz kirin û berxwedana Efrînê silav kirin.
Li bajarê Sydneyê yê Awûstralyayê pîrozbahiya Newrozê bi tevlêbûna nûnerên gelek partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl û bi sedan kesî pêk hat.
Di pîrozbahiya Newrozê de, gelek alayên YPG, YPJ'ê hatin hildan û gelek caran hate gotin, "Bijî Berxwedana Efrînê."
Hevserokên Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Sydneyê û Nûnerê KNK'ê yê Sydneyê, Şaredarê Şaredariya Blacktownê yê Partiya Karker axivîn. Parlamenterê Partiya Karker Michelle Rowland jî daxuyaniyeke nivîskî şand.
Di axaftinan de Newroz hate pîrozkirin, êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê hatin şermezarkirin û berxwedana Efrînê hate silavkirin.
Stranbêjên xwecih jî stranên xwe gotin û govend hate gerandin.