Newroz li Stavrapolê hate pîrozkirin
Kurdistanî û dostên wan ên li Stavrapolê dijîn Newroz pîroz kirin û berxwedana Efrînê slav kirin.
Kurdistanî û dostên wan ên li Stavrapolê dijîn Newroz pîroz kirin û berxwedana Efrînê slav kirin.
Kurdistanî û dostên wan ên li bajarê Stavrapolê yê Federasyona Rûsya dijîn Newroz pîroz kirin. Pîrozbahiya Newrozê li hêwana konsêrê ya Kamsomolskaya bi deqeyek rêzgirtinê ya ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê û şehîdên berxwedana Efrînê dest pê kir. Piştî deqeyek rêzgirtinê li sînevizyonek bi naveroka berwedana Efrînê û Newrozê hate temaşekirin.
Piştre bername bi axaftinan dewam kir. Hevserokên Otonomiya Çanda Kurd ên Novoaleksandrovskî axivîn. Piştre Endamê Meclîsa Şaredariya Stavrapolê û rêveberên otonomiyên gel ên cuda yên li Stavrapolê jî axivîn û Newroz pîroz kirin.
Piştî axaftinan pîrozbahî bi muzîkê berdewam kir. Hunermendên xwecih stran gotin û gel jî bi govendê Newroz pîroz kir.