Newroz li Nantes û Chambéry hate pîrozkirin

Newroz ku sembola kevneşopiya berxwedanê ya gelê Kurdistanê ye li bajarên Chambéry û Nantes ên Fransayê hate pîrozkirin.

Li bajarê Chambéry ê Fransayê bi beşdariya gelek Kurdistanî û dostên wan ên Fransayî Newroz hate pîrozkirin.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê, berxwedana li Efrînê hate silavkirin û hate gotin, divê berxwedana li dijî dewlet û çeteyên Tirk li her derê bê geşkirin. Qisekeran bang li her kesî kirin ku ji bo şikandina dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Efrînê, her kes bi erk û berpirsyariya xwe rabe.

Her wiha parlamenterê berê yê Wanê yê HDP'yî Kemal Aktaş jî peyivî. Di şeva Newrozê de Hozan Peyman Arjîn û Koma Mazluman derketin ser dikê.

HEVRÊYÊN KENDAL BREIZH JÎ TEVLÎ ŞEVA NEWROZÊ YA LI NANTES BÛN

Li bajarê Nantesê jî şeva Newrozê li salona Salle Festive Nantesê pêk hat û tevî Kurdistaniyan gelek Fransayî tevlî bûn.

Di şevê de axaftina Endmaê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû ya li ser Newroza 2018'an kir, bi rêya sînevîzyonê hate nîşandan.

Dostên Kurd ên Fransî jî li şevê axivîn û destnîşan kirin ku wê desteka wan a ji bo têkoşîna gelê Kurd bidome.

Wekî din hevrêyên şervanê YPG'ê yê Bretonî Olivier Le Clainche (Kendal Breizh) jî tevlî şevê bûn û piştgirî dan gelê Kurd.

Di şevê de Şengül Pak, Hozan Diyar û Kewê derketin ser dikê.