New York Times: Ji Tirkiyeyê 'milîtan' diherikin nava DAIŞ'ê

New York Times: Ji Tirkiyeyê 'milîtan' diherikin nava DAIŞ'ê

Rojnameya New York Times da xuyakirin ku ji Tirkiyeyê 'milîtan' diherikin nava DAIŞ'ê û destnîşan kir ku taxa Hacibayram a Enqereyê 'navenda peydakirina milîtanan' e.

Rojnameya New York Times a DYA, bi nûçeyeke xwe ya bi sernavê "Ji Tirkiyeyê bi awayekî rêk û pêk milîtan diherikin nava DAIŞ'ê" desteka vekirî ya dewleta Tirk a ji bo DAIŞ'ê raxist pêş çavan.

NYT ragihand ku ji Ewropa û DYA bi sedan biyanî tevlî DAIŞ'ê bûne lê belê tevlîbûna herî zêde ji Tirkiyeyê dibe û got, "Çavkaniya herî mezin a milîtanan a rêxistinê, endamê NATO'yê cîranê wê Tirkiye ye. Li gorî çapemenî û rayedarên Tirk zêdeyî hezar Tirk tevlî DAIŞ'ê bûne."

Rojnameyê siyaseta Tirkiyeyê ya li ser DAIŞ'ê bi van xalan kurteber kir:

"Tirkiye, di rojên destpêkê yên serhildana li Sûriyeyê de ji ber polîtîkaya xwe ya sînor hem li hundir hem jî li derveyî welat gelekî hatibû rexnekirin. Pispor dibêjin ev yek di mezinbûna DAIŞ'ê re roleke krîtîk lîstiye. Tirkiyeyê bawer kir ku serhildêr wê bi hêsanî Serokdewletê Sûriyeyê Beşar Esad hilweşînin, lê belê bi dirêjbûna şer re rêxistinên tund ji kaosa rû da, sûd wergirtin."

PAYTEXTA TIRKIYEYÊ BÛYE NAVENDA PEYDAKIRINA ENDAMÊN DAIŞ'Ê!

Nûçeya rojnameyê li ser agahiyeke balkêş hatiye nivîsandin. Li gorî nûçeyê, navenda beşdariya li DAIŞ'ê paytexta Tirkiye Enqere ye. Di nûçeyê de balê dikşîne ser tevgera çeteyên DAIŞ'ê ya li nava Enqereyê:

"Taxa Hacibayram a li navenda herêma tûrîstîk a Enqereyê, par veguherî navenda peydakirina milîtanan ji bo DAIŞ'ê. Yên li Hacibayramê dijîn dibêjin, herî kêm 100 şêniyên herêmê ji bo bibin şervanên DAIŞ'ê çûne Sûriyeyê."

NYT kesekî bi navê Can ê ku ciwantiya xwe bi bikaranîna narkotîkê derbas kir û piştre tevlî DAIŞ'ê bû mînak nîşan da û diyar dike ku Can piştre poşman bûye, vegeriyaye Tirkiyeyê û cih dide gotinên wî:

"Can, dema bi du hevalên ji 10 hevalên xwe yên bi hev re tevlî DAIŞ'ê bûn re, piştî sê mehan ji Reqayê vegeriya Tirkiyeyê gotiye, ew ji pêkanînên xwe poşman e. Can dibêje 'DAIŞ gelekî hov e. Ew Kûranê li gorî berjewendiyên xwe şîrove dikin. Xwedê ti carî ferman nedaye Misilmanan ku Misilmanan bikuje."

Lê li herêmên xizan ên Tirkiyeyê, gelek kes ji ber sedemên madî tevlî rêxistinê dibin. Can got, 'Dema hûn şer bikin, rojê 150 dolarî didin we. Her tiştî jî bê pere ye. Xwediyê dikanan jî ji tirsa, her tiştî belaş dide we."

DI HER VEGERÊ DE BI KESÊN NÛ RE

Arîf Akbaş ê 30 sal in keyayê taxê ye dibêje, "Ev hemû bi hatina biyaniyekî rî dirêj û gemarî, destpê kir. Piştre hemû kesên narkotîk bikar dianîn, dest bi çûyîna mizgeftê kirin."

Ogûzhan Gozlemcîoglû ku yek ji kesên destpêkê ji taxê tevlî DAIŞ'ê bûye ye, di nava rêxistinê de weke Mûhammed Selef tê naskirin. Gozlemcîoglû di nava sê salan de li Reqayê derbasî asta fermandarê herêmî bûye. Şêniyên Hacibayram tînin ziman ku Gozlemcîoglû gelek caran tê Enqereyê û di her devera Sûriyeyê de bi xwe re 'milîtanên nû yên hatine peydakirin' dibe.