Nerazîbûnên 'Rapora Qilaban': Kurd dê çawa baweriya xwe bi AKP’ê bînin?
Nerazîbûnên 'Rapora Qilaban': Kurd dê çawa baweriya xwe bi AKP’ê bînin?
Nerazîbûnên 'Rapora Qilaban': Kurd dê çawa baweriya xwe bi AKP’ê bînin?
Komîsyona Lêkolîna Mafê Mirovan ya Meclîsê Rapora Qilaban a ji aliyê Komîsyona Jêrîn ve li ser Komkujiya Roboksî hatibû amadekirin pejirand. Ev yek li rastî nerazîbûnan hat. Parêzvanên mafê mirovan dan zanîn ku ev biryar dê bêbaweriya Kurdan a li hemberî AKP’ê zêdetir bike.
Serokê Giştî yê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan got: “Pêwîstiya AKP’ê bi raporeke wiha hebû”, Serokê Giştî yê Mazlum-Derê Unsal jî diyar kir ku rapor bi agahiya Erdogan hatiye pejirandin. Hevseroka Giştî ya HDP’ê Gok jî destnîşan dike ku AKP ji bo aşkerenebûna berpirsyartiya xwe ya di komkujiyê de kiryara aşkere nekir. Mafparêz û parêzer Eren Keskîn biryarê nirxand û got: “Geşbîniya Kurdan birîn bû”. Serokê Baroya Amedê Tahir Elçî jî destnîşan kir ku dê ev biryar bandorê li lêpirînsa ku zêdetirê salekê ye bi awayeke veşarî tê birêvebirin jî bike.
Rapora Qilaban a ku ji aliyê Komîsyona Jêr a girêdayî Komîsyona Lêkolîna Mafê Mirovan a Meclîsê ve derbarê Komkujiya Roboskiyê de hatibû amadekirin û têde tê gotin ku komkujî “ne bi zanebûn hatiye kirin” ji aliyê Komîsyona Mafê Mirovan a Meclîsê ve hate pejirandin. Di encama komkujiyê de ku 28’ê berfanbara 2011 li Roboskî pêk hat û di encamê de 19 jê zarok 34 Kurdên sivîl jiyana xwe ji dest dan. Bi vî awayî komkujî ji aliyê AKP’ê ve hate fihêlkirin.
Nunerên ÎHD, MAZLÛM-DER, HDK û huqûqnas Tahir Elçî û Eren Keskîn biryara komîsyon ji ANF’ê re nirxandin.
TURKDOGAN: JI BER KU BERPIRSYARTIYA AKPÊ DI KOMKUJIYÊ DE HEBÛ PÊWÎSTIYA WÊ BI VÊ BIRYARÊ HEBÛ
Serokê Giştî yê Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Ozturk Turkdogan diyar kir ku ev biryara komîsyonê careke din bandoreke nerênî li pêbawerî û rêzdariya li hembeîr Parlementoyê kir. Turkdogan destnîşan kir ku berpirsyartiya AKP’ê di komkujiyê de heye û got: “Ji ber ku berpirsyartiya AKP’ê têde heye, lewre pêwîstiya wê bi vê raporê hebû.”
Turkdogan bal kişand ser girîngiya pêvajoyê û diyar kir ku li gel qebûlkirina vê raporê hate zanîn ku Parlemento heta niha li ser girîngiya pêvajoyê serwext nebûye.
SEROKÊ GIŞTÎ YÊ MAZLÛM-DERÊ: BI HAYA ERDOGAN PÊK HAT
Serokê Giştî yê Komeleya Mafê Mirovan û Piştgiriya Mazlûman (MAZLÛM-DER) Ahmet Faruk Unsal jî destnîşan kir ku rapor bi hay û agahiya Erdogan hatiye amadekirin û diyar kir ku ev biryar bandorê li pêbaweriya parlementoyê dike.
Unsal bal kişand ser girîngiya pêvajoyê û got: “Ger ev pêvajo dê li ser geşbîniyê pêş bikeve, mirov nikare vê raporê weke niyeteke baş binirxîne” û destnîşan kir ku divê parlementerên ku derngê “erê” bi kar bîne ji xwe şerm bikin.
EREN KESKÎN: GEŞBÎNIYA KURDAN BIRÎN BÛ
Mafparêz û parêzer Eren Keskîn biryarê nirxand û destnîşan kir ku di demek de ku pêvajoya aşitiyê tê gotibûj kiri, aşkerekirina raporê û pejirandina wê geşbîniya Kurdan birîn bû”. Keskîn bi bîr xist ku beriya Roboskiyê jî gelek komkujiyên bi vî rengî çêbûne û got ku ji ber gotûbêjên zêde raya giştî li bendê bû u hukûmet pêngavek biavêje.”
HEVSEROKA GIŞTÎYA HDP’Ê FATMA GOK: AKP’Ê HESAB NEPIRSÎ, JI BER KU...
Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Fatma Gok got: “Bi rastî jî ev biryar bi tu awayî nayê qebûlkirin û bandoreke erênî li jidiliya li hemberî pêvajoya aşitiyê dike”. Gok jî destnîşan dike ku AKP ji bo aşkerenebûna berpirsyartiya xwe ya di komkujiyê de kiryara aşkere nekir.
Gok da zanîn ku ew ê bi hewldanên xwe nehêlin Komkujiya Roboskî bê jibîrkirin û got: “Em ê weke raya giştî ya demokratîk û HDK’ê têkoşîna xwe ya ji bo vê yekê bidomînin.”
SEROKÊ BAROYA AMEDÊ TAHIR ELÇÎ: DÊ BANDORÊ LI LÊPIRSÎNÊ JÎ BIKE
Serokê Baroya Amedê Tahir Elçî jî destnîşan kir ku dê ev biryar bandorê li lêpirînsa ku zêdetirê salekê ye bi awayeke veşarî ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve tê birêvebirin jî bike.
Elçî diyar kir ku divê di demek zû de lêpirsîn bi dawî bibe û got ku dê hewldanên wan ên huqûqî yên di vî warî de bidomin.