Nerazîbûna Ewropayê ya li şantaja Tirkiyeyê zêde dibe

Hikûmeta AKP'ê, piştî hewldana darbeyê, bêyî berpirsyariyên xwe bi cih bîne daxwaza rakirina vîzeyê dike û gefa 'eger ev nebe, wê peymana li ser penaberan bê xerakirin' dixwe. Nerazîbûna li van gefên AKP'ê zêde dibe.

Ji ber helwesta fediyok û dudil a Yekîtiya Ewropa (YE) û hikûmeta Elman a bi serokatiya Serokwezîr Angela Merkel, gelek siyasetmedar banga 'li hemberî gefên Tirkiyeyê bêdeng nemînin' dikin.

Ji bo vîzeya ji welatiyên Tirkiyeyê re serbest bibe, Yekîtiya Ewropayê 72 pîvan daniye pêşiya hikûmeta Tirk ku heta meha Cotmehê van bi cih bîne. Lê balkêş e Tirkiye ji van pîvanan ên herî girîng ji nedîtî ve tê. Tevî pêkanîna azadiya raman û çapemeniyê, ji Tirkiyeyê tê xwestin ku 'Qanûna Têkoşîna li dijî Terorê' ya ku Kurdan û hemû azadiyan hedef digire, biguherîne. Lê AKP û Erdogan naxwazin vê guhertinê bikin. Di ser re radibin peymana li ser penaberan ji bo serbestiya vîzeyê weke şantajê bi kar tînin.

Tirkiyeyê bi rêya Wezîrê Karên Hundir Mevlut Çavûşoglû vê şantajê dike. Komîsyona Yekîtiya Ewropa nerazîbûnê nîşanî vê dide û destnîşan dike, ku ji bilî Angela Merkel a bi Erdogan re hevkariyê dike, tehemûla kesî nema ye. Di daxuyaniya komîsyonê de hat destnîşankirin, ji bo serbestiya vîzeyê divê hemû pîvan bi cih werin anîn.

Di daxuyaniya ji aliyê Berdevkê Komîsyonê ve hat dayîn de, bal hat kişandin ser daxuyaniyên beriya niha yên Serokê Komîsyonê Jean-Claûde Jûncker, ku ji bo serbestiya vîzeyê dixwaze hemû pîvan 'bê kêmasî' bi cih werin anîn.

Endamên hikûmeta koalîsyonê ya Elman ên ji Partiya Sosyal Demokrat (SPD) û Partiay Yekîtiya Xiristiyanên Civakî (CSU) daxuyaniyên tund hatin dayîn.

SEROKÊ SPD'Ê XWEST SERÎ LI BER ŞANTAJAN NEYÊ TEWANDIN

Serokê Giştî yê SPD'ê û Wezîrê Aboriyê Sîgmar Gabrîel got, "Divê Elmanya yan jî Ewropa destûrê nedin ku bi ti awayî şantaj were kirin" û hişyarî da ku Tirkiye bi nîqaşên xwe yên li ser îdamê re ji Ewropayê dûr dikeve.

Endamê Parlamenta Ewropayê yê ji CDU Elmar Brok îdîa kir, ku ji ber peymana li ser penaberan, daxwaza Tirkiyeyê ya serbestiya vîzeyê 'meşrû' ye, lê ji bo vê divê beriya her tiştî krîter bi cih werin anîn.

Ji hevparê biçûk ê hikûmeta koalîsyonê Sekreterê Giştî yê CSU Andreas Scheûer jî nerazîbûneke tund nîşanî hikûmeta AKP'ê da û li hemberî bazarî û şantajên Çavûşoglû got, "Em li bazara Tirkan nînin." Scheûer destnîşan kir, ku ji ber qewimînên dewam dawî yên li Tirkiyeyê vîzeya ji bo Tirkiyeyê nikare bê serbestkirin.

Ji partiya mûxalefetê endama Meclîsa Federal a Partiya Çep (Dîe Lînke) Sevîm Dagdelen careke din nêrîna partiya xwe dubare kir û xwest, hemû muzakereyên bi Tirkiyeyê re tên kirin bê sekinandin. Dagdelen diyar kir, daxwaza Enqereyê ya ji bo serbestiya vîzeyê, bêbingeh e.