Nêçîrvan Barzanî li Enqereyê ye

Nêçîrvan Barzanî li Enqereyê ye

Serokwezîrê Hikumeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo hinek hevdîtinan hate Enqereyê.

Serokwezîrê Kurd Nêçîrvan Barzanî îro di demjimêr 14.45’an de li Balefirgeha Esenbogayê hate xwar. Barzanî bêy ku daxuyaniyekê bide ji salona VIP’ê qutbû, çav lê ye ku îro ji aliyê Serokwezîrê Tirk Recep Tayîp Erdogan ve bê qebûl kirin.

Çav lê ye ku di hevdîtina de PKK’ê, têkiliyên navbera her du aliyan de û krîza Sûriyeyê bigirin dest. Ev hevdîtina Barzanî rastî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya 21’ê Adarê û îlankirina agirbesta 23’ê Adarê ji aliyê KCK’ê ve hat.

Hikumeta Kurd di 22’ê Adarê de têkildarî banga Ocalan daxuyaniyek dabû û diyarkiribû ku, “Ew weke hikumeta Herêma Kurdistanê her demê piştgiriyê didin çareseriya aştiyane ya pirsgirêka Kurd ya li Tirkiyeyê (...) em ji vê pêngavê memnûnin û piştgiriyê didinê. Dîsan di vê mijarê de dixwazî hikumeta Tirk be, dixwaze PKK be kîjan alî pêngavên demokratîk û aştiyane bi avêje, em dê piştgiriyê bidinê.”