Ne dibistane kavil e!
Ne dibistane kavil e!
Ne dibistane kavil e!
Li Amedê li navçeya Kayapinarê, dibistana seretayî ya Nazîme Tatlicî bi hilweşînêre rû bi rûye, lê hîna perwerde têde berdewam dike.
Perwerdeya sala 2012’an jî di nava heman rewşê de hatibû temam kirin. Lê piştî ku erdheja li Mûşê rûda, derzên ku di dîwar û binê wê de hebûn hîn meztir bûn. Ligel giliyê mamoste, xwendekaran jî avahiya dibistanê nayê çêkirin.
Hate zanîn ku, beriya niha avahiya dibistanê ji aliyê pisporan ve hatiye lêkolîn kirin û ji bo avahiya rapora ‘kavile’hatiye dayîn. Lê ev rapor jî nehate aşkere kirin. Li gorî îdiayek din tê gotin ku, avahî bê bingeh(hîm) hatiye çêkirin.