Ne desthilatdarî mixalefet xurt e

Di dîroka Tirkiyeyê de ev cara yekê ye ku derfet peyde bûye, keys lê hatiye ku hêzên demokrasiyê yên bi rastî bi ser kevin... Tavilê divê tifaqa demokrasiyê bê sazkirin û mirov zend û bendan li têkoşînê vemale.

Li Tirkiyeyê her roj ev rastî bêhtir derdikeve holê, desthilatdariya AKP´ê lawaz û qels e. Ji ber vê yekê, her rê û rêbaza qirêj, awayê siyasetê yê qirêj bi kar tîne. Delîla lawaziya vê desthilatdariyê ye ku xwe nikare li mixalefet û rexneyeke herî piçûk jî ragire. Siyasetvanê ku heyamekê di siyaseta Tirkiyeyê de herî zêde rexne lê dihatin girtin, Suleyman Demirel bû; em dibînin ku ew siyasetvanek bûye ku sed carî bêhtir li Tayyip Erdoganî xwe li rexneyê radigirt. Ev bi tena serê xwe jî nîşan dide ka Tayyip Erdogan siyasetvanekî çiqasî bê kalîte ye. Ev yek teqez û vebirrî ye; desthilatdar û dîktatorên lawaz nikarin xwe li rexneyan ragirin. Tayyip Erdogan bi xwe, hem dîktator e û hem jî lawaz e.

Di vê roja me ya îro de ku li Rojhilata Navîn rejîmên otorîter hew dikarin xwe li ser lingan bigirin, aqûbeta Tayyip Erdoganî û desthilatdariya AKP´ê jî bi xisleta xwe wê bibe heman aqûbeta rejîmên din ên otorîter. Ew rastiya ku li Îranê tevgerên gel xwe didin der, nîşan dide ku hem gelan li Rojhilata Navîn îradeya xwe daniye holê û hem jî siberoja rejîmên otorîter wê nebe. Gelên Rojhilata Navîn êdî li ser serê xwe melik, siltan, dîktator, rêveberên ku nahêlin yeka wan bibe didu hebin. Gel dixwazin ku îradeya wan a azadî û demokrasiyê li ber çavan bê girtin. Gelê li Tirkiyeyê û Kurdistanê vê dixwaze. Heta ev daxwaz ji daxwaza gelên din xurttir e û xwe disipêre têkoşîneke kokdar.

Li Tirkiyeyê ev rastî divê bê dîtin; ne desthilatdarî, lê mixalefet xurt e. Ne siberoja desthilatdariyê, siberoja mixalefetê heye. Kî li aliyê desthilatdariya Tayyip Erdogan û AKP´ê be, ew ê wenda bike, ji wan wê biçe. Ji ber ku bayê siyasetê hem li nava Tirkiyeyê û hem jî li derveyî Tirkiyeyê bi wî aliyî ve tê ku mixalefet li Tirkiyeyê bi ser keve. Divê mixalefet û tevahiya hêzên demokrasiyê li Tirkiyeyê vê rastiyê bibînin. Siyasetvanî ya esas ew e ku mirov bibîne ka av bayê siyasetê ber bi ku ve diçe. Lewma, di serî de HDP, divê derdorên mixalif bibînin ku di siberoja Tirkiyeyê de hêzên demokrasiyê wê bi ser kevin û divê ew di ber vê yekê de bêhtir xwe biwestînin. Çawa di dema darbeya eskerî ya 12´ê Îlonê de û di salên 1980´yî de ew kesên ku xwe desthilatdar didît, bêqîmet bûn, AKP û xeşîmên ber destê wê jî wê bigihêjin heman qonaxê. Heger hêzên demokrasiyê li Tirkiyeyê bên cem hev, temenê AKP´ê wê mehekê jî dirêj neke. Wê kêliya ku tifaqa demokrasiyê derket meydanê, pêşî AKP wê ji nava xwe ve biderize. Hingê xelk wê ji wê keştiya AKP´ê birevin. AKP ketiye nava pêvajoyeke bi vî rengî. Heger mirov karibe hêzên demokrasiyê bîne cem hev, ev pêvajo wê bi lez bibe. Parçekirî, li meydaneke fireh mixalifên desthilatdariya AKP´ê û derdorên siyasî û civakî yên demokrasiyê dixwazin hene. Di dîroka Tirkiyeyê de, ti desthilatdarî bi derdoreke mixalif a evqasî berfireh û pirreng re rûbirû nebûye. Lewma, zemînê hilweşîna desthilatdariya AKP´ê her roja derbas dibe, zêdetir dibe.

Halê hazir, ji bo Tirkiyeyê yekane bername û projeya aştî û îstîqrarê, tifaq û têkoşîna hêzên demokrasiyê li dijî desthilatdariya AKP´ê ye. Ji ber ku ti şensê bername û projeyekê nîne ku di pratîkê de pêk bê, heta ku desthilatdarî neyê berterefkirin. Heger bername û projeyek wê li meydanê bê danîn, ev jî wê bibe bername û û projeya mirov çawa dikare AKP´ê têk bibe. Lewma, helwêstên beramberî desthilatdariya AKP´ê yên bi zêhniyeta, tu van gavan biavêjî, ev ê biqewime, bi tenê temenê vê desthilatdariyê dirêj dike û maneya wê jî xapandina gel e. Nabe ku ev desthilatdarî muxateb bê girtin, nabe ku bang li vê desthilatdariyê bê kirin. Bi tenê yek bang heye mirov lê bike, ew jî banga li hêzên demokrasiyê ye ji bo misogerkirina têkoşîna hêzên demokrasiyê li dijî AKP´ê. Her helwêsta li derveyî vê hevmane ye bi xaflet, xwexapandin û têkçûnê re.

Meclîsa Partiyê ya HDP´ê wê di demeke nêzîk de bicive, ew ê muhtemelen li ser wê yekê bihizire ka çawa hêzên demokrasiyê li dijê AKP´ê dikarin tifaqê bikin, ka mirov çawa dikare bi hevkarî têbikoşe. Ya rastî, HDP wê nîşan bide ka ew ê beşdarî tevgereke çawa ya demokrasiyê bibe. Jixwe, bi awayekî xwezayî HDP di nava tevger û tifaqeke demokrasiyê de ye. Pêdivî bi bernameyên wisa berfireh jî nîne. Bi serê xwe hilweşîna desthilatdariya AKP´ê gaveke mezin a demokratîk e. Ji ber ku dîroka Tirkiyeyê hîna li desthilatdariyeke bi vî rengî faşîst şahidî nekiribû. Kurdan desthilatdariyeke bi vî rengî faşîst û qirrker nedîtibû. Ji ber vê yekê, armanceke demokratîkbûnê ya giştî ya ku azadiya fikr û xwebirêxistinkirinê bi temamî misoger bike, dadgerî êdî nebe amûreke siyasetê, partîzanî nebe rêbazeke siyasetê û terzekî rêveberiyê, wê bi giştî pêşiya demokratîkbûyînê veke.

Bi hezaran siyasetvan bi tenê ji ber ku fikra xwe eşkere kir û endamên partiyekê bûn, di zindanan de ne. Ne tenê partiyek, hemû partî hedefa êrişên desthilatdariyê ne. Bêguman, HDP´yî û DBP’yiyan digirin. Li ser endamên partiyên din jî zexteke giran danîne. Esas, desthilatdariya AKP´ê li dijî hemû partî û tevgerên siyasî şer ragihandiye. Wê li dijî siyaseta demokratîk şer ragihandiye. Ji ber vê yekê, êrişî her awayê rêxistinbûyîn û çalakiya demokratîk a gel dike. Herî kêm li hawîrdora demokratîkbûyîna giştî tevahiya partî û tevgerên siyasî dikarin bên cem hev.  AKP´ê beriya her tiştî zemînê têkoşîna siyaseta demokratîk ji holê rakiriye. Lewma, şaş e mirov her tiştî li gorî hilbijartinan eyar bike. Pêşî şert e ku mirov azadiya têkoşîna siyasî biafirîne. Yekane rêya vê jî têkoşîna li dijî desthilatdxariya AKP´ê ye û ew e ku mirov bike ew êdî ne hêza desthilatdar be.

Di dîroka Tirkiyeyê de ev cara yekê ye ku derfet peyde bûye, keys lê hatiye ku hêzên demokrasiyê yên bi rastî bi ser kevin. Ne di salên 50´î de, ne jî di yên 60´î, 70´yî, 90´î û 2000´î de ev derfet hebû, ev keys lê hatibû. Niha bi zêdeyî keys lê hatiye û derfet peyde bûye ku hêzên demokrasiyê bi ser kevin. Heta ev cara yekem e ku di vê astê de derfeta biserketinê bi dest ketiye. Ji ber vê yekê jî divê hêzên demokrasiyê ji vê firsenda derketî pêşiya wan nemînin, vî şensî ji destê xwe bernedin. Di sêniyeke zêrîn de firsenda ku bibin rêveberiya demokratîk a Tirkiyeyê, hatiye ber hêzên demokrasiyê. Rêya vê ji di wê yekê re derbas dibe ku tifaqa demokratîk û têkoşîna li ser wî esasî pêk bê. Li Tirkiyeyê her kes li vê rewşê serwext bûye. Naxwe, divê ku ya ku divê bê kirin; tavilê divê tifaqa demokrasiyê bê sazkirin û mirov zend û bendan li têkoşînê vemale.

ÇAVKANÎ: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA